Li Stenbolê herî kêm 9 kes hatin binçavkirin
STENBOL (DÎHA) - Di serdegirtinên malan de heta niha herî kêm 9 kes hatin binçavkirin.
Di serdegitinên malan ên Stenbolê de herî kêm 9 kes hatin binçavkirin. Polîs û tîmên taybet bi hevkariya helîkopteran bi ser gelek taxan de girtin û kesên hatin binçavkirin birin Midûryeta Polîsan a Stenbolê.
Navê 9 kesên ku hinceta binçavkirina wan ne hat zanîn wihane: Ahmet Kaya, Nafiye Kaya, Gonul Dogan, Enes Çevîk, Cîhan Temîzbaş, Mîthat Sonmez, Arîf Polat Canli, Murat Yavuz û Tekîn Ant.
Li aliyê din jina bi navê Jiyan Polat ku hatibû binçavkirin piştî îfadeya wê li midûryetê hat girtin hatibû berdan, Polat şevê din sercarekdin hat binçavkirin. Têpayîn ku dê Polat sewqî dadgehê bikin.
(mb)