DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Îlham Ehmed: Tirkiye, DAIŞ û AAS'ê bi hevre êrîş kirin

 
20 Cotmeh
14:20 2016

NAVENDA NÛÇEYAN (DÎHA)- Hevseroka Meclîsa Demokratîk a Sûriyeyê Ehmed der barê êrîşên li sînor û Helebê de diyar kir ku Tirkiye, DAIŞ û AAS bi bihevre êrîş dikin, ew ê li hemberî êrîşan xwe biparêzin û hişyar kir ku ger hêzên koalîsyonê van êrîşan nerawestîne ew ê êrîşan wek êrîşa hêzên koalîsyonê binirxînin û bihesibînin.

Balifrên şerê ên tirk, çeteyên DAIŞ’ê û hêzên Artêşa Azad a Sûriyeyê (AAS) ji duh ve gundên girêdayî Kantona Efrînê topbaran û bombebaran dikin. Der barê mijarê de Hevseroka Meclîsa Demokratîk a Sûriyeyê (MSD) Îlham Ehmed ji RojNewsê re axivî û wiha got: “Di encama êrîşan de gelek şehîd û birîndar hene. Niha 20 birîndar rakirine nexweşxaneyan. Êrîş hêjî berdewam dike ji bo wê jî kes nikare biçe herêmê û cenaze û birîndaran rake.”

‘Artêşa tirk, DAIŞ û AAS bihev re êrîş kirin’

Der barê êrîşên di 30 km sînorê Tirkiyê û 20 km navenda bajarê Helebê de Ehmed wiha axivî: “Hêzên Artêşa Azad duh gef xwarin ku; Til Refet vala bikin, em ê bikevinê. Duh tevahiya rojê gundên li wê herêmê topbaran kirin. Ji seatên êvarê ve êrîşa balafiran destpê kir. Balafiran bi dijwarî êrîş kirin. Piştî wê hema çeteyên DAIŞ’ê êrîş kirin. Di êrîşa duh de ji bejahiyê DAIŞ û Artêşa Azad û ji hewa jî balafirên artêşa Tirk êrîş kirin. Dewleta Tirk, DAIŞ û Artêşa Azad bi hevre êrîş kirin.”

'Tirkiye ji bo pêşiya operasyona Reqqayê bigre êrîşî hêzên şoreşger dike'

Di berdewama axaftina xwe de Îlham Ehmed dazanîn ku ger hêzên Koalîsyonê van êrîşên dewleta Tirk nede sekinandin ew ê wan jî hevkarê Tirkiyê û hêzê pêve girêdayî binirxînin.

Hevseroka MSD’ê bal kişande ser van mijarên girîng: “Tirkiye di vê demê de tevlî operasyona Mûsilê nebû. Ji bo operasyona Reqqayê bibe jî gelekî îsrar kir. Lê ew jî neda qebûlkirin. Hêzên QSD’ê jî di vê demê de amadekariyên operasyona Reqqayê dike. Jixwe armanca Tirkiyê ya ku dixwaze beşdarî operasyona Reqqayê bibe, parastina DAIŞ’ê ye. Dixwaze Reqqayê bixe bin desthilatdariya xwe. Dema QSD’ê diyar kir ku ew xwe ji bo operasyona Reqqayê amade dikin, ji bo li dijî DAIŞ’ê operasyonek bi vî rengî neyê destpêkirin, êrîşî Efrînê dike. Dixwaze li Sûriyê her tim DAIŞ hebe û ew jî li ser vê yekê siyasetê bike û xwe li ser Sûriyê serwer bike.”

(sa)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN