DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Li herêmên Doskî û Oremarê operasyona leşkerî

20 Cotmeh
14:19 2016

COLEMÊRG (DÎHA) - Li herêmên Doskî û Oremarê bi beşdariya gelek leşkeran operasyona leşkerî hat destpêkirin.

Li herêmên Oremar û Doskiyê yên navçeya Gevera Colemêrgê di qadên çoltar de operasyona leşkerî hat destpêkirin. Gelek leşker û cerdevan jî beşdarî operasyona ku li çoltara gundên Şûkê û Biryê hatine dest pêkekirin dibin. Operasyona leşkerî ya hatiye dest pê kirin zêdetir rexê çoltarên nêzîkê sînor in û hat zanîn ku helikopter jî leşkeran datîne ser girên bilind.

Çavkaniyên herêmî ragihandin ku car bi car di navbera gerîlayên HPG'ê û leşkerên derketine operasyonê de şer diqewim in û li herêmê tevgera hewayî heye.

(gka)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN