Ebadî: Hêzên Iraqî ber bi Mûsilê ve bi pêşde diçin
20 Cotmeh
14:17
2016
NAVENDA NÛÇEYAN (DÎHA) - Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî diyar kir ku armanca operasyona Mûsilê rizgarkirina welatiyên bajare û hêzên Iraqî ber bi Mûsilê ve bi pêşde diçin.
Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî derbarê operasyona Mûsilê de daxuyaniyek da çapemeniyê. Ebadî diyar kir ku hêzên Iraqî ber bi Mûsilê ve bi pêşde diçin û wiha got: "Armanca operasyona Mûsilê rizgarkirina welatiyên bajare. Ligel hemû krîzên aborî jî planek me a baş ji bo penaberên bajarê Mûsilê heye. Hêzên pêşmerge û artêşa Iraqê di nava hevbeşiyekê de ne."
(mb)