DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Ji bo Şehbayê meşiyan

 
20 Cotmeh
14:10 2016

NAVENDA NÛÇEYAN (DÎHA)- Welatiyên Dirbasiyê ji bo şermezarkirina êrîşên dewleta tirk ên li ser herêma Şehbayê û gundên Efrînê meşiyan.

Welatiyên Dirbasiyê ji bo şermezarkirina êrîşên dewleta tirk li ser herêma Şehabê û gundên Efrînê, meşê li dar bixin li ber navneda Yekîtiya Ciwanên Rojava kom bûn. Meş ku ji ber navneda ciwanan dest pê kir, li kolanên bajar dewam kir. Şêniyan di meşê de bi diruşmeyan êrişan dagirkeriya Tirkiyeyê û kiriyarên Serokokar Tayyîp İrdogan û hikumeta AKP'ê yên derheqê gelê bakûrê Sûriyeyê şermezar kirin.

Meş li suka bajar veghustî mîtingekê. Li vir Meclîsa Gel a Dirbasiyê daxuyaniyek da raya giştî. Daxuyanî ji aliyê mamosteyê zimanê Kurdî Fehed Eyup ve hat xwandin.

Eyup wiha got: "Ji ber ku dewleta Tirk a dagirker xwe li hember serkeftinên QSD û YPG`ê û destkeftiyên ku li bakûrê Sûriyê têne bidestxistin negirt, êrişî herêma Şehbayê kirin. Kiryarên dewleta Tirkiyê ji kiryarên DAIŞ`ê ne cûdatire. Herdû alî êrîşî sivîlan dikin. Em wekî şêniyên Dirbasiyê bang li raya giştî dikin ku bila zextê li ser Tirkiyê bike da ku êrişên xwe yên li ser herêmên me rawestîne."

Di mîtingê de her wiha Hevseroka Meclîsa TEV-DEM`ê li Kantona Cizîrê Edalet Omer axivî û destnîşan kir ku Tirkiye di rewşeke pir qels derbas dibe û nikare projeyên xwe yên li Sûriyeyê bi ser bixe, ji ber vê yekê jî êrişe herêma Şehabayê dikin.

Edalet Omer da zanîn ku wê gelê bakûrê Sûriyê berxwedaniya xwe berdewam bike da ku herêma xwe rizgar bikin. Edle Omer got ku êrişên Tirkiyeyê yên li ser herêma Şehabê nikarin projeya fedraliyê têk bibe.

Mîting bi diruşmeyên “Bijî berxwedana Şehab, Kantona Efrînê û bijî şoreşa Rojava” bi dawî bû.

(sa)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN