DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Ji ber îxbarê 14 rojin di bin çavan de ye

 
20 Cotmeh
13:32 2016

AMED (DÎHA) - 15 kesên ku di nava wan de Rêvebira KJA'yê Zeynep Altinkaynak jî heye ji ber îxbarên derew ên maîlê ev 14 rojin di bin çavan de ne.

Li Amedê polîsan bi hinceta îxbarên li ser maîlê bi ser malan de girtin û di serdegitina malan de 15 kesê ku di nava wan de Rêvebera KAJ'yê Zeynep Altinkaynak jî hene binçavkirin û ev 14 rojin di bin çavan de ne.

Altinkaynak û 14 kesên din ên navê wan ne hatin zanîn li Midûryeta Polîsan a Amedê tên girtin, derbarê lêpirsîna wan de biryara veşartî hat dayîn û ne hat zanîn ku ji ber çi tên sûcdarkirin.

Nayê zanîn ku dê kengî îfadeya kesên hatine binçavkirin bê girtin.

(mb)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN