Cerdevan li Licê gefê li welatiyan dixwin
AMED (DÎHA) - Li navçeya Licê duh piştî li dijî cerdevanan êrîşa çekdarî pêk hat şûn ve pêkanînên cerdevanan li heremê didome û cerdevana li navenda Licê jî gef li welatiyan xwar.
Li ser riya bejahiya di navbera Licê û Pasûrê yên Amedê de duh êrîşa bi roket an go çekdarî li dijî cerdevanan pêk hatibû. Piştî êrîşê cerdevanan li ser welatiyên heremê zext kirin û êrîşî welatiyan kiribûn. Xebatkarên DEDAŞ’ê Erdal Bayhan û Ahmet Kozan ên ji êrîşa cerdevanan para xwe girtibûn rakiribûn Nexweşxaneya Dewletê ya Licê û piştî dermankirinê ji nexweşxaneyê hatin derxistin.
Cerdevanan di dema êrîşê de dest danî ser wesayîta DEDAŞ’ê. Her wiha cerdevanan dest danî ser 6 wesayîtên welatiyan jî.
Cerdevanan li Sûka Licê gef xwarin
Cerdevanên ku encam ji operasyona dernexistin îro li Sûka Licê bi çekên giran geriyan û bi çekan gef li welatiyan xwarin. Welatiyên Sûka Licê destnîşan kir ku cerdevanan bi awayekî vekirî gef li wan xwariye û gotin ku cerdevanan gotiye “Em ê hemû pêkanîna li ser we pêk bînin.” Welatiyan li dijî gef xwarina cerdevanan nerazîbûnên xwe nîşandan û got ku Licê dê serê xwe ji gefan re daneyne.
(kom/bg)