DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Gelê Efrînê li dijî dagirkeriya Tirkiye li ber xwe didin

20 Cotmeh
11:34 2016

EFRÎN (DÎHA) - Çalakvanên li ser sînorê gundê Sorka yê bi Bakûrê Kurdistanê re li dijî dagirkeriya Tirkiyeyê li ber xwe didin, diyar kirin ku wê têkoşîna xwe ya dijberî dagirkeran berdewam bikin.

Çalakiya welatiyên gundê Sorka ya Efrînê di roja sêyemîn li ser sînorê di navbera Rojava û Bakûrê Kurdistanê de dewam dike. Piştî ku artêşa dagirker a Tirkiyeyê nêzî 200 metreyan erdên gund dagir kir û nêzî 900 darên gundiyan rakir û xwest li wir dîwar ava bike, çalakiyê destpê kir. Çalakvanên li ser sînor anîn ziman ku ew ê li hember dagirkeriyê berxwedana xwe bidomînin û bertek nîşanî hikûmeta AKP'ê dan. Welatiyê çalakvan Emîr Şêxo anî ziman ku ew xwediyên maf û xaka xwe ne û wiha got: "Erdogan li Rojhilata Navîn bûye serokê terorê. Erdogan bajarê Entabê kiriye kaniya çeteyên DAIŞ’ê. Erdogan ji wir wan dişîne Rojava û hemû deverên cîhanê."

Welati Salîha Mihemed jî bertek nîşanî dagirkeriya Tirkiye da û wiha got: "Tirkiyeya dagirker nikare vîna gelê Rojava bide şikandin, ew li her çar aliyên Kurdistanê, şerê gelê Kurd dike."

Welatî Sadet Murad jî da zanîn ku ew dê li dijî dagirkeriyê berxwedaniya xwe bidomînin û wiha got: "Em xwîna zarokên xwe li erdê nahêlin. Ew ji bo azadiya welatê xwe û jiyana bi rûmet şehîd bûne. Ji ber vê yekê em ê li vir bin û xaka ku bi xwîna şehîdan hatiye avdan, vegerînin."

(mae)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN