Dijberiya şer jî bûye sûc!
STENBOL (DÎHA) - Wezareta Tenduristiyê gotinên Serokê Odeya Tabîban a Stenbolê Selçuk Erez ên "Dijberbûna şer, şeran berpirsyariya mirovî ye" hincet nîşan da û ji bo ku ji pewyira Lijneya Rêveberiya Odeya Tabîban û Dîwana Heysiyetê bê girtin doz vekir.
Serokê Odeya Tabîban a Stenbolê Selçuk Erez di nêrînên xwe yên ku dabû ajansa me DÎHA'yê de gotinên ku pirsgirîka kurd bi riyên aştiyane û muzakereyê bê çareserkirin bi kar anibû û li ser van gotinan Wezareta Tenduristiyê ev gotin kir hincet û ji bo ku Erez ji pewyira Lijneya Rêveberiya Odeya Tabîban û Dîwana Heysiyetê bê girtin doz vekir.
Wezaret amedekariyê dike tu der barê Erez de li Dozgeriya Komarê ya Stenbolê gilî bike.
Serokê Odeya Tabîban a Stenbolê Selçuk Erez, di 4'ê îlonê de mîtînga ku HDP'ê li Stenbolê li dar xist de ji bo bangawaziya mîtîngê di civîna çapemeniyê ya di Odeya Tabîban de wiha gotibû: "Dijberbûna şer, şeran berpirsyariya mirovî ye. Îro hem li hundir hem jî derve şer di rojevê de ye di rewşekî wisa de daxwaza xwe ya aştiyê ji bo ku bi aweyekî xurt ji raya giştî re ragihînin gelek girîng e. Ji ber vê yekê em ê di 4'ê îlonê de li Stenbolê bi awayekî girseyî bên cem hev û mîtîngê li dar bixin."
Di daxuyaniya hevpar de jî wiha hatibû gotin: "Ketina Cerablusê ve gavekî din jî ketine nava kaosa Sûriyeyê em bi fikar temaşe dikin. Di pirsgirêka kurd de divê rêbazên ku ji bili mirin û rondikan nafirine yên şîdet û şer divê bê berdan û ji bo gavên çareseriyê bên avêtin dixwazin. Pirsgirêka kurd bi şer û şîdetê nayê çareserkirin."
Ji dozgeriyê sûcdarkirina balkêş
WEzareta Tenduristiyê gotinên Erez û daxuyaniya hevpar wekî "sûc" nirxand û sûcdarkirina "Tu fikarên Selçuk Erez ji bo yekîtiya axa Tirkiyeyê û yekîtiya me ya neteweyî tuneye lê ji bo PKK a ku Dewleta Komara Tirkiyeyê ji bo parçe bike çalakiyan pêk tîne û ji bo kes û saziyên alîgirên wî di fikarê de ye" hat kirin.
Wezareta Tenduristiyê der barê Erez de sûcdarkirinekî bi vî rengî balkêş kir, Lijneya Rêveber a Odeya Tabîban û Dîwana Haysiyetê jî ji ber ku li dijî van gotinan derneketiye bi hevkarîkirina zîmî sûcdar kir.
Erez piştî ku ev daxuyanî dabû DÎHA'yê ji aliyê derûdorên neteweperest vehedef hatî nîşandan jî li ser vê yekê jî ev daxuyanî dabû:
"Min bi bi gotina ku ez alîgirê yekîtiya neteweyî me dest bi axaftina xwe kiribû. Min gotibû ku riya vê jî rûniştina maseyê û devstpêkirina hevdîtinan e û gelek caran min ev gotibû. Hê jî di vî fikrî de me. Pirsa ku 'dê kî kurdan temsîl bike' hat kirin. Wekî bersiv 'diyarkirina vê ne karê min ê kurdan a, dema ku mirov piştgiriya li vir û ya li welatên Ewropayê binêre di pêvajoya ku hate gotin a çareseriyê de dema ku mirov nêzîkatiya hik3umetê binêre Abdullah Ocalan dikare bibe' dabû. Pirsa 'ji ber ku rewşa Apo nayê zanîn rê li greva birçîbûnê re vekir, hûn çi difikirin' hat kirin. Min jî bersiva 'xizmên girtiyekî ku jê agahî nagirin ji bo ku encamê bigirin serî li vî riyê dane, riyekî demokratîk e ez rexne nakim' da. Ligel ku nêzîkatiya min a giştî tê zanîn ji sûcên ku davêjin stûyê min di heman demê de qasî ku qeyûm tayînî Odeya Tabîban a Stenbolê bê kirin bêperwa dibin. Her dem dibin namzet lê hilbijartinan winda dikin bi vî rengî bi piştgiriya îktidara AKP'ê ve bi tayînkirina qeyûm dixwazin xeyala xwe pêk bînin."
Erez piştî vê daxuyaniyê gotibû ku kesên ku aştiyê dixwazin yekem care rastî pêkanîn3en bi vî rengî nayên ji ber vê yekê jî ew ê dev ji berdevkiya aştiyê bernede.
(sa)