DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Polîsan bi ser konên şirnexiyan de girtin

20 Cotmeh
11:20 2016

ŞIRNEX (DÎHA) - Di seetên serê sibê de polîsan bi ser konên şirnexiyan de girtin û 5 kes binçavan kirin.


Di setên serê sibê de polîsan bi gelek wesayîtên zirxî bi ser konên şirnexiyan de girtin û welatiyê bi navê Selîm Sipkî, Huseyîn Ozcan, Osman Bîlen, Mehmet Sipkî, Ahmet Utanc û Şeref Ustek binçav kirin. Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmê hatine girtin polîsan gef li şirnexiyan xwarine û gotine 'hûn ji vir bar nekin em ê agir berdin konên we.' Hat zanîn kû kesên hatine binçavkirin birine Midûryeta Polîsan a Şirnexê.


(kom/mb)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN