Xebatkarên nexweşxaneyê ji xwarinê jahrînî bûn
20 Cotmeh
11:13
2016
AGIRÎ (DÎHA) - 50 xebatkarên Nexweşxaneya Dewletê ya Bazîdê, ji ber xwarinê jahrînî bûn.
Xebatkarên Nexweşxaneya Dewletê ya Bazîdê duh ji ber xwarinê jahrînî bûn. Duh 50 xebatkarên nexweşxaneyê goştê mirîşkan xwarin û piştî xwarina mirîşkê jahrînî bûn. Piştî fêr bûn ku ji ber xwarinê jahrînî bûn, yên tedawî bûn tabîrcî bûn. Têkildarî mijarê rêveberiya nexweşxaneyê daxuyanî neda. Berê jî li navçeya Bazîdê 100 xwendekarên dibistana seretayî ji ber xwarinê jahrînî bûbûn û zaroka 6 salî jiyana xwe ji dest dabû.
(mae)