Yek jê serpêl 2 leşker li Çelê hatin kuştin
20 Cotmeh
10:58
2016
COLEMÊRG (DÎHA) - Li navçeya Çelê yek jê serpêl 2 leşker hatin kuştin.
Li navçeya Çelê ya Colemêrgê şer didome. Her çend hêjmara kuştiyan veşêre jî Orgeneral Yaşar Guler bi gotinên "Em li vir şerê hebûn û tunebûnê didin" û îtîraf kir ku gelek leşkerên wan hatin kuştin. Di saetên serê sibê de dîsa şer derket. Di şerê navbera şervanên HPG’ê û leşkeran de hat diyarkirin ku yek jê serpêl 2 leşker hatin kuştin. Di şer de 5 leşker jî birîndar bûne. Piştî şer dijwar bû helîkopter şandin alîkariyê. Leşkeren birîndar bi helîkopteran rakirin nexweşxaneya Dewletê ya Colemêrgê. Piştî şer operayon hat destpêkirin.
(mae)