Gelo ji bo endamên DAÎŞ'ê yê bombeyî ne axivin kuştin?
HAYRÎ DEMÎR
ENQERE (DÎHA) - Wekîlê HDP'ê Mahmut Togrul, diyar kir ku 3 endamên DAÎŞ'ê yên êrîşên li Tirkiye plan dikirin ji bo neaxivin û planan deşîfre nekin ji holê hatin rakirin.
Di rojên dawî de li Tirkiye 3 endamên DAIŞ'ê hatin kuştin. Hat diyarkirin ku wan xwe îmha kiriye. Lê dijberî vê yekê nerînên ku ji bo endamên DAIŞ'ê planên xwe deşîfne nekin hatine kuştin jî heye. Wekîlê HDP'ê yê Dîlokê Mahmut Togrul diyar kir ku endamên DAIŞ'ê yên hatin kuştin kesên planên çalakiyan li Tirkiye amade dikirin bûn û wiha got: "Ev kekan ne kesên ji rêzê bûn. Kesên mifteya rêxistina DAIŞ'ê bûn. Yên plana çalakiyan çêdikirin bûn.
Endamên DAIŞ'ê Yunus Durmaz, Halil Îbrahim Durgun û Mehmet Kadir Cabael ji bo plan û projeyên DAIŞ'ê aşkere nekin înfaz kirin. Lê dibe talûkeyên hîn mezintir li bajaran pêk bên. Li Dîlokê talûke mezintir dibe. Ez hêvî dikin ku di demên pêş de ev talûke mezin nebe. Li Dîlokê piraniya hucreyan di bin konrola îstîxbaratê de ye. Dî dosyaya Endamê DAIŞ'ê yê doza wî li 2'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Dilokê tê dîtin de talûkeyên mezin heye. Di dosyayê de Yunus Durmaz berî çalakiyê gav bi gav hatiye şopandin. Di vir de tê dîtin ku cih û hucreyên DAİŞ'ê tên zanîn. Xuya ye ku agahiyên şênber di destê îstîxbaratê de hene. Lê tên veşartin û parastin. Di demên dawî de hin hucre derdikevin dervê kontrola dewletê. Dema di kontrola Tirkiyeyê de bûn komkujiyên li Pirsûs, Amed, Enqere û Dîlokê pêk anîn. Li gel ku navê vana diyar bû û dihatin şopandin tu tedbir nehatin girtin.
Yên ku li Tirkiye çalakî pêk anîn berê agahiya îstîxbarata Tirkiye hebû. Lê tu tedbîr negirtin. Ji ber vê yekê ev kesên niha hatin înfazkirin jî berî îstîxbarata Tirkiye zanîbûn. Ji bo ku planen xwe deşîfne nekin û neaxwivin înfaz kirin. Ji bo kujeran bêdeng bikin û delîlan winda bikin kuştin.
Testa DNA li ya Yunus Durmaz nehat
Tugrul, da zanîn ku hat diyarkirin ku "Yunus Durmaz bombe bi xwe de teqandiye" lê testên DNA'yê li yên Yunuz Dûrmaz nehat. Tezta xwîna Yunus Dûrmaz û Hacı Ali Durmaz li hev nehatin.
Tugrul, helwesta Tirkiye ya li hemberî Mûsilê jî rexne kir û da zanîn ku li şûna Tirkiye bi Mûsilê re mijûl dibe bila bi DAIŞ'a nava Tirkiye re mijûl bibe.
(mae)