DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Li Enqere û Boluyê serdegirtina malan: Gelek kes hatin binçavkirin

20 Cotmeh
09:36 2016

ENQERE/BOLU (DÎHA) - Di serdegirtina malên endamên HDP, ADAD û sendîkayan ên Enqereyê de gelek kes hatin binçavkirin. Li Boluyê jî Hevserokê HDP'a Bajar Ozgur Gunaydin hat binçavkirin.

Polîsan serê sibê di saet 06.00'an de li Enqereyê bi ser malan de girtin. Di serdegirtina polîsan a bi kuçikên xwe re kirin, endama MYK'ê yê HDP'ê Atiye Eren, endamê PM'ê yê HDP'ê Bulent Durukan, rêvebera Komeleya Elewiyên Demokratîk a Enqereyê (ADAD) Sevgî Kîşîn Sazan, Hevserokê Kolemeya Rojava yê Enqereyê Arîf Yildiz, endamên HDP'ê Yildiz Bahçecî, Şerîf Otî, Nîhat Îldan, endamê BES'ê Denîz Akil, endamê Egîtîm Senê Mazlum Bîrcan, Hevseroka DBP'ê yê Taxa Yenî Kadriye Ozgan û gelek kesên din ên navê wan ne hatin zanîn hatin binçavkirin.

Hat zanîn ku polîsan li hinkem malan çek dirêjî welatiyan kirin û hinek mal jî tevlîhev kirine.

Hevserokê HDP'ê yê bajar Gunaydin hat binçavkirin

Li aliyê din Hevserokê HDP'ê yê Boluyê Ozgur Gunaydin piştî serdegirtina malan a şevê din hat binçavkirin. Di serdegirtina ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Boluyê tê rêvebirin de polîsan li malê demek dirêj lêgerîn pêk anî. Piştî lêgerîna malê Gunaydin binçavkirin û birin midûryeta polîsan.

(mb)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN