Pêkutiyên sirgûnê li ser girtiyên Şirnexê didomîn
ŞIRNEX (DÎHA) - Li Girtîgeha Tîpa T a Şirnexê bi êrîşên li ser bajêr ve girêdayî polîtîqayên dewletê yên mişextkirin û tundiya li ser girtiyan her diçe zêde dibe. Rêveberiya girtîgehê vê carê jî 11 girtiyên li hember van polîtîqayan ketibûn girevê birçîbûnê mişextî Trabzonê kirin.
Li Girtîgeha Tîpa T a Şirnexê piştî qedexeya li ser bajêr a 14'ê adarê hatî destpêkirin, îşkence, tundî û polîtîqayên li ser girtiyan jî zêde bûn. Ji rewşa girtiyên zindana Şirnexê ev 8 meh e agahiyên zelal nayên wergirtin û herî dawî girtiyan li dijî van polîtîqayan û ji bo rakirina qedexeya li ser Şirnex dest bi gireva birçîbûnê ya bê dem û dorgever kirin. Gireva birçîbûnê ya girtiyan kete roja 11'emîn de û rêveberiya girtîgeha ya ku xwe li hember vê berxwedana girtiyan neda vê carê jî 11 girtî mişextî Girtîgeha Tîpa E ya Trabzonê kirin.
Li gor agahiyên hatin bidestxistin bi şerê dewletê yê derve girêdayî rêveberiya girtîgehê jî êrîşên li ser girtiyan bi ser milê Gerînendeyê Yekemîn yê bi navê Hîdayet Mulayîm, sergardiyanên bi navê Halîl Îbrahîm Şîrpî û Bedrî Tarar pêk tîne.
Navên girtiyên siyasî yên ku hatine mişextkirin wiha ne:
Aydin Çelîk, Kerem Bîlen, Kadîr Encu, Cahît Sevîm, Bûrak Yîgît, Mehmet Emîn Seyrek, Serdar Şavlûk, Ozgur Şavlûk, Mesût Bûlût, Zîver Mete
û Fatma Mete.
(kom/no)