DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Li Cizîrê bijîşkê bi navê Serdar Kunî hat girtin

20 Cotmeh
09:23 2016

ŞIRNEX (DÎHA) - Li Cizîrê bijîşkê bi navê Serdar Kunî ku li Navenda Tenduristiyê ya Bîşengê dixebitî hat girtin.

Li navçeya Cizîra Şirnexê bijîşkê bi navê Serdar Kunî yê li Navenda Tenduristiyê ya Bîşengê ku girêdayî Şaredariya Cizîrê ye dixebitî bi hinceta, "endamê rêxistinê ye" hat girtin. Kunî yê ku li sûka Cizîrê hat binçavkirin piştî îfadeya li dozgeriyê derket pêşberî dadgehê. Yekemîn Dadgeha Cezayên Giran a Cizîrê bi hinceta hin kesan derbarê Kunî de îfade dane û endamê rêxistinê ye biryara girtinê da.

Kunî birin Girtîgeha Tîpa T a Şirnexê.

(kom/no)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN