DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Li ser sînorê Bakur û Başûr sewqiyata leşkerî û çêkirina çeperan

 
20 Cotmeh
09:20 2016

ŞIRNEX (DÎHA) - Dewleta Tirk li ser sînorê Bakur û Başûr ji aliyekî ve lez da sewqiyata leşkerî ji aliyê din ve dest bi çêkirina çeperan kir.

Piştî operasyona Mûsilê ya bi tevîlbûna pêşmerge, artêşa Îraqê û hêzên koalîsyonê û ji derve mayîna Tirkiyeyê artêşa tirk bi sedan tang û wesayîtên zirxî yên leşkerî kêşan ser sînorê Bakur û Başûr. Ev hefteyeke ji aliyê Mêrdînê ve sewqiyata leşkerî ya hêzên dewletê ber bi navçeya Silopiya ya Şirnexê ku dikeve ser sînor berdewam dike. Bi sedan tangên ku ji aliyê Mêrdînê ve hatin li baregeha leşkerî ku bi navê Tesîsên Heciyan tê zanîn hatin bicihkirin. Sewqiyata ku tê kirin bi taybetî şev tê kirin û wesayîtên ku tang lê barkirîne bi çadiran tên nuxamtin.

Li ser sînor leşkeran dest bi çêkirina çeperan kir

Ji bilî sewqiyata leşkerî li tevahiya sînorê Başûr û Bakur her wiha Bakur û Rojava çêkirina dîwarên beton û çeperan jî berdewam dike. Ev 3 roj in li ser sînorê ku dikeve navbera gundê Girgewrê (Aktepe) yê navçeya Silopiya û gundê Baçûka yê navçeya Zaxo leşkerên Qeleqola Girgewrê li ser sînor bi kebçeyên kar çeperan çêdikin. Her wiha li ser heman sînorê gelek qemere hatine bicihkirin û dema dibe şev leşker û kebçeyên kar vedikişin nava qereqolê.

Li ser sînor tevgera leşkerî zêde bû

Dîsa derdora qulûbeyên leşkeran ên nobetê yên Qereqolên Koreva, Hevintka, Bêmrînê, Kokîtê ku dikevin navbera sînorê Bakur û Başûr dîwarên beton hatine danîn. Şêniyên herêmê yên ku nexwestin navê xwe bidin diyar kirin ku ev demek dirêj e tevgera leşkerî li ser qereqolên sînor hebûye lê rojên dawî ev tevgera leşkerî zêdetir bûye.

4 otobusên leşkerî ji bo çi çûn ber sînor?

Her çiqas rêya Qereqola Girgewrê di nava gund re neçe jî û dema veguhestina leşkera pêk were rêya leşkerî ya li ser sînor were bikaranîn jî beriya operasyona Mûsilê rojekê 4 otobusên leşkerî bi parastina 2 wesayîtên zirxî yên leşkerî di nava gund re derbas kirin û birin ber sînor. Li gorî agahiyên hatine bidestxistin piştî ev wesayîtên çûne ber sînor qasî 30 deqe li ber sînor rawestiyane û cardin di nava gund re ber bi Silopiyê ve çûne.

(kom/no)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN