Yekûneya siyaseta hundirîn û derve ya Tirkiyeyê, dijiminahiya bi kurda re ye
ÎZMÎR (DÎHA) – Hevberdevka HDK’ê Gulîstan Koçyîgît dest nîşan kir ku, çavê Tirkiyeyê di xaka Mûsilê de heye, lê belê ev hemû hêviyên badilhewa ne û di yar kir ku, Tirkiye siyaseta xwe yî hundurîn û derve li ser dijminahiya bi kurdan re pêk tîne.
Hevberdevka Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Gulîstan Koçyîgît diyar kir ku, her çiqas hêzên navnetewî û Hikûmeta Iraqê naxwaze Tirkiye di nav tevgerîna arasteyî Mûsilê de cih bigire jî, lê Tirkiye ji bo cihgirtinê israr dike. Koçyîgît dest nîşan kir ku, arasteyî xaka Mûsilê hesabên Tirkiyeyê yên ku xwe dispêrên 100 salî hene û got, ew nêzîkatiya Tirkiyeyê ya êrîşkar jî, li dijî yekpareyiya xaka Dewleta Iraqê feraseteke dagirkeriyê di xwe de dihebîne.
'DAIŞ’î li kampên AFAD’ê dimînin’
Koçyîgît ragihand ku, tu derdekî Tirkiyeyê yê ku bi terora DAIŞ’Ê re şer bike tune ye û ew vê ji mêj ve dizanin. Koçyîgît wiha axivî: “Heke Tirkiye li Iraqê, di nav têkoşîna bi çeteyên DAIŞ’ê re cih nagirtine, ji dêvla Hikûmeta Iraqê tawanbar bike divê polîtîkaya xwe yî hundirîn û derve careke din di ber çavan re derbas bike. Li Tirkiyeyê bi sedan malên hucreyî yên DAIŞ’ê hene. Her wiha sînorên Tirkiyeyê jî veguherîne kefgîrê. DAIŞ’î êvarî di sînor re derbas dibin û şer dikin. Bi roj jî ji bo vehesandin an jî tedawiyê li kampên AFAD’ê dimînin.”
'Tirkiye şerên mezhebî sor dike’
Koçyîgît got, ji dêvla Tirkiye li Rojhilata Navîn şerên mezhebî aş bike, sor dike û wiha axivî: “Tu derdekî Tirkiyeyê ku Mûsilê rizgar bike tune ye. Ew xwe wek parêzvanê xeta sunnî-selefî dibîne. Û li Mûsilê li hemberî şiiyan, têkçûyîna xeta selefî hezm nake. Bawer dike ku ew ê bi saya xeta selefiyî li Rojhilata Navîn qada serdestiyê ava bike. Lê belê em hemû jî dizanin, ev xeyalekî ku bi tu awayî mumkunatiya wê tune ye. Ev siyaset ji bilî dirêjkirina şerên mezhebî pêvtir bi kêrî tiştekî nayê.”
'Mûsil bajarekî zaf hesas e’
Koçyîgît diyar kir ku, li gel pirzimanî, pirolî, pirnetewiya Mûsilê, ji aliyê jêderkên enerjiyê jî yek ji wan bajarê cîhanê ye û wiha got: “Li Mûsilê gelheya kurdan zêde ye. Di serdema Seddam Huseyînî de avahiya demografîk bi zanebûnî hat guhertin û bajarekî zaf hesas e. Heke bi hesasî nêz nebe, dê rê li ber şerên nîjadî û yên emzhebî vebike.” Koçyîgît diyar kir ku, dema mirov di vê çarçoveyê de lê dinihêre daxilbûna pêşmergeyan ya operasyonê pir girîng e û wiha domand: “Li Rojhilata Navîn DYA, Rûsya têgihiştin ku bêyî kurdan nikarin gavekê jî biavêjin. Çimkî gelê kurd li her çar perçeyên Kurdistanê bi hêza xwe yî xweserî li dijî DAIŞ’ê û terorê li ber xwe didin.”
'Dê serketina Mûsilê bandorê li hilbijartinên Amerîkayê bike’
Koçyîgît diyar kir ku, Mûsil siyaseta cîhanê jî diyar dike û wiha axivî: “Li DYA’yê hilbijartin nêz dibin. DYA piştî êrîşa 11’ê Îlonê gelê xwe bi propagandaya antî-terorê bêdeng kir. Ji ber vê divê dem bi dem li dijî terorê serketinan bi dest bixe. Yanî dê bi serketina Mûsilê, diyar bikin ku wan îstîkrarek aniye Iraqê. Lê belê divê em vê jî ji bîr nekin, yê ku Rojhilata NAvîn veguherand gola xwînê jî DYA ye.”
‘Destkeftiyên kurda qebûl nake’
Koçyîgît got, Serokomar Erdoganî li hemû platforman teqez kurdan wek dijmin nîşan dide. Koçyîgît diyar kir ku, Erdoganî li çar perçeyên Kurdistanê destkeftiyên kurdan qebûl nake û wan ji xwe re wek gef û xetereyê dibîne. Koçyîgît dest nîşan kir ku, Erdogan ji bo xwe wek hêzekî damezrîner ê nû bide nîşan dan û gel bi vê bdie bawerkirin êrîşî krudan dike û wiha axivî: “Em dikarên yekûneya polîtîkayên hundirîn û derve yên AKP û dewletê, wek dijminahiya bi kurdan re binirxînin. Ji bo pêşketina kurda asteng bike, tu tawîz nemane ku endaye. Ji balafira rûsan ve, dev ji hemû îdiayên xwe berdan û bi paş ve gav avêt. Îro di bingeha ya Mûsilê de jî ev heye.” Koçyîgît dest nîşan kir ku, di bingeha paranoyaya Tirkiyeyê ya arasteyî kurdan de têkoşîna Bakur heye û wiha got: “dema kurd li Sûriyeyê statuyekê bi dest bixin, ew baş dizane dê kurdên Bakur di biniya ya li Sûriyeyê de nikaribe razî bike. Botan statuyeke di bin ya Rojava de bi tu awayî qebûl nake.”
'Em ê li dijî zilmê têbikoşin’
Koçyîgît anî ziman ku, dê kurd li dijî neheqiyê bêdeng nemînin û wiha got: “Êdî kurdên 90’îî tune ne. Em ê Kurdistanê ji çeteyên DAIŞ’ê yan jî barbarên din re nehêlin. Bajar şewitandin rûxandin, lê mirov dîsa bajarên xwe neterikandin. Dê wek berê qamyon neyên Kurdistanê. Çawa ku di 15’ê Tîrmehê de rawestandina li pêşberî tankan rewa bû, îro jî rawestandina li dijî zilmê tişta herî rewa ye.”
(red)