DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Hezkiriya çiya û siwariya jêhatî: Dîcle Avaşîn

 
20 Cotmeh
09:15 2016

UGUR AKGUL

AMED (DÎHA)
- Yildiz Onkol, dayika gerîllaya YJA-Starê Azîze Onkol, dest nîşan kir ku keça wê hemû pergal red kiriye û bi evîndariya PKK’ê tevlî nava refên gerîlayan bûye. Bavê Onkol, Ekrem Onkol jî diyar kir ku keça wî pir jêhatî bû û him ji hesp û çiyan hezdikir û hem jî siwariyeke jêhatî bûye.

Çîroka gerîlaya Hêzên Parastina Gel (HPG) Azîze Onkol (Dîcle Avaşîn) a ku di pevçûna di 5’ê tebaxê de li çoltera Şemzînana Colemergê jiyana xwe ji dest da, li çiyayên Çemê Elîka yê Licê ya Amedê dest pê dike. Di nav malbat û gundekî xizan de mezin dibe û ji ber vê yekê jî, ji karê malê heta karên nav erdan di gelek deveran de ji bo debara malbatê bi kedek mezin kar dike. Di temenekî biçûk de ferqa polîtîkayên asîmîlasyonê yên dewleta tirk dike û ji ber vê yekê di dibistana navîn de ji malbata xwe re xwesteka devjêberdana dibistanê tîne ziman. Piştî ku Onkol dev ji dibistanê berdide, piştî çend salan şûnde berê xwe dide çiyayan û tevlî têkoşîna azadiyê dibe.

Azîze, dotmama Ceylan Onkol e

Azîze Onkol di heman demê de dotmama Ceylan Onkol (12) e. Ku Onkol di 28’ê îlona 2009’an de li mezrika Xambaz a Licê ji aliye leşkerên Qereqola Yaylayê ve hatibû qetilkirin. Bav û dayika Azîze Onkol têkîldarî jiyana keça xwe ji DÎHA’yê re axivîn.

‘Siwara bedew, hezkiriya mirovan…’

Bavê Onkol, Ekrem Onkol anî ziman ku keça wî di temenekî biçûk de heta tevlîbûna xwe ya nava refên gerillayan her dem rûken bûye. Onkol da zanîn ku, keça wî pir jêhatî bû û wiha got: “Siwariyeke pir bedew bû. Ji hespan pir hez dikir û hemû mirovan jî jê hez dikir. Her dem şoreş di hişê wê de bû. Çend caran min jê xwest ku bizewice, dikeniya û digot ‘dem ne dema zewicandinê ye, armanca min ne zewac e hin tiştên din e.’ ”

‘Mîna bazekî li çiya digeriya’

Onkol anî ziman ku, bandora biraziyê wî gerîllayê HPG’ê yê bi navê Laşer ku jiyana xwe ji dest daye zêde lis er keça wî hebû û ji ber vê tevlî refên gerîlla bûye. Onkol aşkere kir ku, keça wî dixwest gelê kurd bibe yek. Dema li çiya digeriya meriv digot qey mîna bazekê ye. Em ê di rêça wan de bin.”

‘Ji xizmên xwe bandor girt û çû’

Dayika Onkol, Yildiz Onkol jî behsa serpêhatiya keça xwe kir û dest nîşan kir ku, keça wê li malê gelekî dihat hezkirin û wiha domand: “Di temenekî biçûk de digot ‘Ez naxwazim bixwînim. Dixwazim di xebatên partiyê de cih bigirim’ Her dem pirsa êş û êrîşên li dijî gel dihatin kirin dipirsî. Bandora xizmên me yên jiyana xwe ji dest dan, pêr zêde li ser wê hebû.”

‘Sebra min nema ye’

Dayik Onkol anî ziman ku leşkeran keça wê binçavkiriye û derbarê buyerê de wiha axivî: “Wê deme keça min xebatên rêxistinbûyînê dikir. Em pişt re pê hisiyan. Demekê me xwest ku bizewice û wê jî pişt re em pê hisiyan ku ji bo ku xebatên xwe veşêre ev yek qebûl kiriye. Rojekê hin kesan ixbariya wê kir û hatin ew binçavkirin. Kesên îxbarkir gotibûn ‘tevlîbûna PKK’ê kiriye.’ Ew ê jî ji bo ku xwe ji destê wan xelas bike zewaca xwe anî ziman û pişt re jî serbeset hat berdan. Piştî vê yekê me mala xwe bar kir û em hatin navenda Amedê. Li vir keça min anî ziman ku dixwaze tevlî nava refên gerîla bibe. Ji min re got ‘Heta îro min sebir kir, lê ji îro pê de ez hew sebir dikim.’ Piştî vê axaftina xwe hat xatir ji me xwest û çû.”

‘Evîna min jî zewaca min jî PKK ye’

Onkol di dawîya axaftina xwe de ev tişt gotin: “Li pey xwe nameyek hiştibû. Di nameya xwe de ji me re gotibû ‘Xema min nexwin, ez dê baş bim. Evîna min jî, zewaca min jî PKK ye.’ Di sala 9’emîn ya gerîlatiya xwe de jiyana xwe ji dest da û tevlî karwanê nemiran bû. Dema me cenazeyê xwe wergirt jî polîsan astengî ji me re derdixist. Tehamula wan li hember cenazeyên me jî nemaye. Cenazeyê wê hatibû xirabkirin. Tevlî ku keça min jiyana xwe ji dest daye jî, leşker tên bi ser mala me de digirin û pirsa wê dikin.”

(bg/red)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN