DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Zagonên OHAL'e jî tên binpêkirin

20 Cotmeh
09:14 2016

RÎHA (DÎHA) - Hezên dewletê li Wêranşarê zagonên OHAL'ê jî bin pê kirin û kesê bi navê Şêxo Mamo ku li Weranşarê hat binçavkirin ev 8 roj e bi malbat û parêzerê xwe re hevdîtin pêk neanîye. Parêzerê Mamo Hasan Kiliç diyar kir ku, ew ji jiyana Mamo bi şik û guman in.

Kese bi nave Şêxo Mamo ku welatiye Suriyeyê ye, di 13'e cotmehê de li navçeya Wêranşara Rihayê ji aliye polîsan ve hat binçav kirin. Li gor agahiyên birayê Mamo, Mistefa Mamo, birayê wî di 10'ê cotmehê di Deriyê Dirbespiyê re hatiye Tirkiyeyê û di 13'ê cotmehê de ji aliyê polîsan ve hatiye binçavkirin. Di 14'ê cotmehê bi hinceta rewşa wî nebaş e, Mamo ji aliyê polîsan ve rakirin nexweşxaneyê. Malbata Mamo, wî li Nexweşxaneya Weranşarê dît, lê polîsan nehiş malbat nezîkî wî bibe. Di 15'ê cotmehê de polîs li hevjîna Mamo digerin û dibêjin ‘Me Mamo biriye Şaxa TEMA’’a Rihayê.’

Mamo ji 15'e cotmehê ve li Rihayê ye, le polîs bi tu awayî nahêlin Mamo bi malbat û parêzerê xwe re hevdîtinê pêk bîne. Li gor zagonên OHAL'e piştî 5 rojan divê kesen binçavkirî bi malbat û parêzeran re hevdîtinê pêk bîne. Le rewşa Mamo dide diyarkirin ku, hêzên dewletê zagonên OHAL'e jî bin pê dikin. Ev 8 roj e Mamo di bin çavan de ye, le bi tu awayî hay ji rewşa wî tune ye.

Polîs biryara dadwer jî guhdar nakin

Her ku parêzer diçin ber deriye TEM'ê polîs tu agahiyekê nadin perêzeran. Li gel ku dozger ji parêzeran re dibêjin hûn dikarin bibînin jî, polîs nahêlin parêzer muwekîlê xwe bibînin.

'Em ji jiyana wî bi guman in'

Parêzere Mamo Hasan Kiliç diyar kir ku, diviya wan piştî 5 rojan bi muwekîle xwe re hevdîtinê pêk bianiyana, lê destûr nayê dayîn û ew ji jiyana Mamo bi şik û guman in.

(bî-mp/red)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN