'Şideta zayendî wek awayekî cezakirinê tê bikaranîn’
STENBOL (DÎHA) – Dildara CŞMD’ê Hîlal Esmer diyar kir ku, vegotinên siyasî bandorê li bûyerên şideta zayendî dikin û wiha got: “Di demên şer de, şideta zayendî wek awayekî cezakirinê tê bikaranîn.”
Li Tirkiyeyê vegotinên zayendî yên li dijî jin û LGBTÎ’yan cudabûyînê zêde dikin, her wiha heman vegotin şideta zayendî jî zêde dikin. Li dijî şideta zayendî bi sala ye aktivîstin jin û LGBTÎ têdikoşin û her wiha Komeleya Têkoşîna Bi Şideta Zayendî (CŞMD) jî ji bo ev şideta zayendî ji holê rabe xebatan dimeşîne.
Komeleya ku di 2014’an de hat avakirin, di warê; her diçe zimanê şidetê li nav civakê belav dibe, zayendiya ku li nav civakê hîn jî “şerm e, nayê axaftin” û wek tabûyekê ye, ji dêvla têgehên wek “mexdûr” û “qurban” afairandina têgehên alternatîf û hwd. xebatan dimeşîne. Komeleya ku ji 15 xebatkarên dildr pêk tê, ji bo kesên rastî şideta zayendî tên mteryalên alîkariya xwemal diafirînin. Li gel vê ji bo kesên rastî şideta zayendî tên piştevaniya covakî-derûnî jî dikin. CŞMD’ya ku komeleyek Femînîst-qûîr e, tu cudahiyê naxe navbera çeşnên şidetê û ji bo balê bikşîne ser zimanê şidetê yê çapemeniyê xebatên broşurî yên wek “Li qada şideta zayendî weşaneke li ser bingeha mafdariyê” jî dimeşînin.
Dildara CŞMD’ê Hîlal Esmer, têkildarî rêgezên xebataên komeleyê û sedemên şideta li nav civakê zêde bûye axivî.
'Ji dêvla ‘mexdûr’ têgeha ‘yên li jiyanê dimînin’
Esmer da zanîn ku, têgehên “qurban, cinawir, mexdûr, zewaca zarokan, xerifî, bûka zarok” ên di tirkî de tên bikaranîn, hîn bêtir mexdûriyetê û şideta zayendî zêde dikin û anî ziman ku, divê ev têgeh ji nû ve bên veguherandin. Esmer wiha axivî: “Piştî kesên rastî şideta zayendî hatin û li jiyanê man, me têgehên alternatîf ku dê ji bo wan baş bê, rastî tu cudatiyê neyên afirandin.” Esmer anî ziman ku, şideta zayendî bi piranî ne di ser kiryar de, lê bi piranî di ser kesa/ê rastî şidetê tê û li jiyanê dimîne tê axaftin û got, divê ev bên guhertin û wiha mînak da: “Mînak, ji dêvla ‘xerifî’ kiryar/fail, ji dêvla ‘mexdûr’ ya/ê li jiyanê ma’ û hwd. Wek van peyvan, me der barê têgehên alternatîf de nîqaş dan destpêkirin.”
'Dijminahiya bi jinê re, wek şewbê belav dibe’
Esmer anî ziman ku, şideta zayendî di nav şideta fîzîkî de pir naxuyê û di demên dawî de ji ber zêdebûna şidetê, xuyangiya wê yî di çapemeniyê de jî zêde bûye. Esmer li civakê sedemên zêdebûna şidetê wiha vegot: “Mînak, kesên dibêjin ‘Ji dêvla wek jinê ez bijîm, wek mêran bimiri çêtir e’, yên cudatiya ‘zilam-milam’ dikin, vegotinên arasteyî kurtajê… Niha jî ev li futbolê, lîstikvanên tîmên hember wek jinan lanse dikin û biçûk dixin. Yanî, dijminahiya bi jinê re, wek şewbê belav dibe. Ez dibêm wek civak divê hişyarbûnek bê afirnadin. Ji ber siyasetmedar, serokên qulûban bi awayek, futurî cihêtiyê dikin, xuyangiya wê bêtir xwe dide der. Yanî ji kesekî li kuçeyê cudatir tiştekî nabêjin. Ew vegotin şidetê zêde dikin.”
'Şideta zayendî awayekî cezakirin û rêbazeke îşkenceyê ye’
Esmer diyar kir ku, ew ji binpêkirinên mafan ên li girtîgehan, Saziyên Hêvişandina Zarokan û yên wek vana xwe didin der bi şik û guman in û got, di demên ku şer, şidet û berberîbûn zêde bibe şideta zayendî wek awayekî cezakirinê û rêbazeke îşkenceyê tê bikaranîn. Esmer wiha lê zêde kir: “Li girtîgehan girtî rastî gefxwarina şideta zayendî ya arasteyî zarok û kesên gihaştî, tecawizkirina xwişka û dê, tên ku ev jî ji bo awayên şidetê hin mînak in.”
'AKP, sererastkirinan nake’
Esmer diyar kir ku, vegotinên dewletê yên arasteyî dijminahiya bi jinê re, teşwîqkirina zewaca zarokan tê wateya şideta zayendî û îstîsmarkirina zarokan. Esmer anî ziman ku, AKP di 14 salên îktîdara xwe de ji dêvla vê mijarê sererast bike, zêdetir dike û wiha axivî: “Venekirina navendên krîza tecawizê, kêmaniya navendên şopandna zarokan, piştevaniya vegotin ‘ji bo carekê, tiştek dernayê’, vegotinên nefretî yên li dijî kurtajê, ji dêvla qadên têkoşîna şideta zayendî yên arasteyî mafên jin û zarokan liv û tevgerîna bereksiya vê û hwd. ev hemû şidetê zêde dikin. Ji ber polîtîkayên nebaş û vegotinên berbat derketin rû avê, ev bû sedema xuyangiya binpêkirina mafan jî”
Esmer da zanîn ku, dê di pêşerojê de xebatên wan î arasteyî piştevaniya civakî-derûnî û li dijî şidetê zêde bibin û diyar kir ku, ji bo nîqaşên tenduristiyane yên arasteyî şideta zayendî berberî çiqas kêm be, dê têkoşîna di vê qadê de jî ewqas hêzdar be.
(red)