DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Mele Baran: Pergala Serokdewletiyê pergala serî tewandiyê ye

 
20 Cotmeh
09:10 2016

STENBOL (DÎHA) - Endamê Şureya KÎD'ê Mele Ekrem Baran, diyar kir ku hin kes di bin navê îslamê de serî li pergala Serokdewletiyê didin û zorî li mirovan dikin ku serî ji wan re bitewîne. Baran, destnîşan kir ku kesên xwe dixin şûna Xelîfeyan edaleta îslamê binpê dikin.

Hefteya borî Serokwezîr Bînalî Yildirim û Cîgirê Serokê Giştî AKP'ê Hayati Yazici bi gotina "Dibe ku di çile de bê rojeva meclîsê û di nîsanê de em bibin referondumê" pergala Serokdewletiyê xist rojevê. Hefteyek e mijara Serokdewletiyê li Tirkiye tê niqaşkirin. Bertek û nerazibûn jî li hemberî pergalê didomin. Endamê meclîsa Kongreya Îslama Demokratîk (KÎD) Mele Ekrem Baran, diyar kir ku di pirtûka Pîroz Kuran-ı Kerim de ferman û ferman aydî xweda ye û wiha got: "Nûnerê xwedê bang li mirovan dike ku têkevin rêya rast û li gorî jiyan û sinc û pivanê jiyana civakê tev bigere. Pirtûka pîroz ji mirovan dixwaze ku cudahiya bawerî, ziman, nasname, reng û nijadê nexin navbera hev. Niha hin kes li ser navê olê îslamê dixwase pergala serokdewletiyê li ser mirovan ferz bike. Ji mirovan dixwaze ku serî li hemberî wan bitewîne.

Kesên xwe dixin şûna xalife sinc û pergala olê îslamê binpê dikin

Mele Baran destnîşan kir ku di Pirtûka Pîroz Kur-an'ê de dibêje teqez divê edaletê pêk bînin û wiha berdewam kir: "Di olê îslamê de Meclisa Şurayê heye. Kesên di vê meclisa şûrayê de cih bigirin divê xwedî wîcdan û edalet bin. Divê kesên civakê ji nêzîk ve nas bikin. Ji ber vê yekê kesên xwe dixin şûna Xalîfeyan ziman, bawerî û kesên

Li ruhê Komarê jî sadiq derneketin

Mele Baran, da zanîn ku piştî Peymana Lozanê êdî nasnameya kurdan hat înkarkirin û dest bi polîtîkayên pişaftinê kirin. baran anî ziman ku piştî van polîtîkayan dest bi karê înkar, imha û talankirinê kirin. Pergala Serokdewletiyê ji mirovan ferz dike ku îteatê bike. Lê Pirtûka pîroz mirovan dawetî edalet û aştiyê dike.

(mae)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN