666 serlêdanên Îmraliyê hatin redkirin
YASÎN KOBULAN
STENBOL (DÎHA) - Tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan didome û ji sala 2011'an ve 552 serlêdanên hevdîtinê yên parêzaran û 114 ên malbatê hatin redkirin. Ji 666 serlêdanên hatine redkirin 92 serlêdan piştî darbeya 15'ê Tîrmehê hatin kirin.
Tecrîda giarankirî ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan berdewam dike û her roja ku diçe girantir dibe. Ocalan ji 27'ê Tîrmeha 2011'an bi parêzer, ji 6'ê cotmeha 2014'an bi malbatê û ji 5'ê Nîsana 2015'an ve nikare bi heyetên muzaker û yên din re nikare hevdîtinê pêk bîne.
Serlêdana hevdîtinê ya parêzeran di sala 2011'an de 43 caran, di 2012'yan de 104, di 2013'yan de 102, di 2014'an de 104, di 2015'an de 102 û ji sala 2016'an ve jî 97 caran bi hincetê cuda ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Bursayê ve har redkirin. Di nava 97 serlêdanan de, 47 serlênanên ku piştî darbeya 15'ê Tîrmehê ku her roja Sêşem û Pêncşemê tê kirin û tên redkirin jî hene. Ji 47 serlêdanan hinek jê bi hincetê qanûna OHAL'ê tên redkirin û 34 serlêdan jî ji aliyê 1'emîn Dadgeha Înfazê ya Bursayê ve hatin astengkirin.
114 serlêdanên malbatê hatin redkirin
114 serlêdanên malbata Ocalan ên ji sala 2014'an ve bi heman hincetan hatin redkirin. Ji 72 serlêdanên ku di sala 2016'an de hatine kirin jî 37 serlêdan bi biryara 1'emîn Dadgeha Înfazê ya Bursayê hatin redkirin. Piştî darbeyê malbatê ji bo hevdîtinê 45 caran serlêdan kirin lê bi heman hincetan serlêdanên malbatê hatin redkirin.
Hemû hewldanên hevdîtinê yên malbat û parêzeran bê encam man, piştî darbeyê li Amed û Ewropayê gelê kurd dest bi greva birçîbûnê kirin û bi bandora çalakiyên gelê kurd di 11'ê Îlonê de birayê Ocalan Mehmet Ocalan bi Abdullah Ocalan re hetdîtin pek anî. Piştî vê hevdîtinê carek din deriyên Îmraliyê ji cîhan derve re hatin girtin.
Ji sala 2011'an ve 552 caran serlêdana parêzeran, ji 2014'an ve 114 caran serlêdana malbatê bi hincetên "Keştî xirabeye", "Muxalefeta hewayê" û piştî darbeyê jî bi hinceya qanûnên OHAL'ê hevdîtin hatin astengkirin.
(mb)