DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Ji bo demokrasiyê dem dema hevdîtinê ye

 
20 Cotmeh
09:04 2016

STENBOL (DÎHA) - Parlamenterê HDP'ê yê berê Hasîp Kaplan ji bo hevdîtina Tevgera Ji bo Demorasiyê Yekitî ya di 23'yê Cotmehê de li Navenda Çandê ya Şîşliyê pêk bê banga tevlîbûnê kir û got: "Em ê bi vê hevdîtinê bibin hêvî û hêzek nû."

Li ser banga Parlamenterê berê yê CHP'ê û Dadgerê berê yê Dadgeha Mafê Mirovan ê Ewropayê Riza Turmen ê ji bo "Yeketiya Hêza Demokratîk" gelek kesên navdar hatin gel hev û "Tevgera Ji bo Demorasiyê Yekitî" ava kirin. Tevger dê 23'yê Cotmehê bi şîara "Ji bo demokratiyê yekitî" li Navenda Çandê ya Şîşliyê yekemîn hevdîtina xwe pêk bînin.

Di nava tevgerê de Parlamenterên HDP'ê yên berê Levent Tuzel, Hasîp Kaplan, Parlamentera CHP'ê yê berê Melda Onur, ji rewşenbîran Gençay Gursoy, Huseyîn Demîrduzen, Seroka Giştî yê Mala Gel Oya Ersoy û gelek kesên din cih digirin.

Parlamenterê HDP'ê yên berê Hasîp Kaplan derbarê hevdîtinê de axivî. Kaplan, da zanîn ku li Tirkiyeyê li ser çapemenî û hemû aliyên civakê zext tên meşandin û wiha got: "Em ê di hevdîtinê de van mijaran biaxivin. Me dawetiya ji DÎSK, KESK, TTB, gelek sendîkayên din û partiyên siyasî re rêkirine. Em bang li lemû kesan dikin ku tevlî hevdîtina me ya 23'yê Cotmehê bibin."

Kaplan diyar kir ku dirûşma civîna wan "Ji bo demokrasiyê yekitiye" û wiha pêde çû: "Li Tirkiyeyê piştî 15'ê Tîrmehê OHAL hat îlankirin zext derketine asta herî jor. Wekî nan û avê pêwîstiya me bi demokrasiyê heye. Dixwazin dengê hemû aliyên muxalif bibirin, di pêvajoyek ku bêhiqûqî serwere de, di bin navê pergala serokatiyê de destkeftiyên demokratîk ji holê bên rakirin. Em ê di hevdîtina xwe de ji bo newekhevî û ciyawaziya heyî ji holê rakirin nîqaşan bidin meşandin û em armanc dikin ku di van mijaran de gavê ber bi çav bavêjin. Em bi vê hevdîtinê hêvî dikin ku wekî hêviyek û hêzek nû em ê bala gelê xwe bikişînin."

Kaplan, da xuyakirin ku dê xebatên wan bi vê hevdîtinê ne neqede û wiha domand: "Em hêvî dikin ku nêzî hezar delege tevlî bibin. Dê li hemberî zilmê dad û li hemberî zextan jî azadî bi ser keve. Kesek nikara hêviya gel tarî bike. Hêzên demokrasiyê gelek belav Bûne. Demokrasî û aştî ji hev nayên cudakirin. Ger aştî tune be demokrasî jî tune ye, ger demokrasî tune be aştî jî tune ye. Em herduyan bi hevre dixwazin. Ez bang li hemû kesên ku demokrasiyê diparêzin dikim. Em ê di pêvajoya pêşiya me de bi rêgezên hevpar bên gelhev. Em ê van rêgezan diyar bikin, kî/ê ji vê re dibêje erê dê fikrên xwe yên rêxistînî bihêle derve û tevlî bê hevdîtinê bibe. Xebatên ji bo demokrasiyê dê bi rêgezên hevpar û biryarên hevpar bên meşandin."

(mb)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN