DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Rojev

ROJEVA 20'Ê COTMEHA 2016'AN A NAVENDA NÛÇEYAN

20 Cotmeh
08:52 2016

* Parlamenterê HDP'ê yê berê Hasîp Kaplan ji bo hevdîtina Tevgera Ji bo Demorasiyê Yekitî ya di 23'yê Cotmehê de li Navenda Çandê ya Şîşliyê pêk bê banga tevlîbûnê kir û got: "Em ê bi vê hevdîtinê bibin hêvî û hêzek nû."

*Tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan didome û ji sala 2011'an ve 552 serlêdanên hevdîtinê yên parêzaran û 114 ên malbatê hatin redkirin. Ji 666 serlêdanên hatine redkirin 92 serlêdan piştî darbeya 15'ê Tîrmehê hatin kirin.

* Hevserokê Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê Samî Tan bertek nîşanî gotina Serokomar Erdogan a dibêje 'divê hemû Zarok û xwendekar di dibistanan de 10 kitayên Sirûda Îstiklalê ji ber bikin' da û wiha got: "Ên qala girîngiya ziman dikin divê di serî de dev ji yekperewstiyê berdin û pirengiya civakê ber çav re derbas bikin."

* Welatiyên êzidî yên ku ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ'ê koçberî Amedê bûn vê zivistanê jî dê di nava zor û zehmetiyan de di konan de demsala zivistanê derbas bikin.

* Endamê Şureya KÎD'ê Mele Ekrem Baran, diyar kir ku hin kes di bin navê îslamê de serî li pergala Serokdewletiyê didin û zorî li mirovan dikin ku serî ji wan re bitewîne. Baran, destnîşan kir ku kesên xwe dixin şûna Xelîfeyan edaleta îslamê binpê dikin.

* Dildara CŞMD’ê Hîlal Esmer diyar kir ku, vegotinên siyasî bandorê li bûyerên şideta zayendî dikin û wiha got: “Di demên şerî de, şideta zayendî wek awayekî cezakirinê tê bikaranîn.”

* Li Mêrsînê, di çarçoveya xebatên çandî yên Mala Çand û Hunerê ya Hadra Hemamiyê de, ji bo qeydan serdema nû dest pê kir. Dê qeyd heta dawiya meha mijdarê bidomin.

*Qûîntîn Olîver ê ku di 10’ê nîsana 1998’an de bi Peymana Belsaftê di navbera Îrlanda û Qiraliyeta Yekbûyî û di hevdîtinên aşitiyê yên di navbera Kolombiya û FARC’ê de şêwirmendiya referandûmê kir dest nîşan kir ku, ceribandinên aşitiyê li gor welatan diguherin û wiha got: “Lê ev jî heye aşitî , ne bi serdestiya leşkerî ya hêlekê, bi hevdîtinan pêk tê.”

* Hezên dewletê li Wêranşarê zagonên OHAL'ê jî bin pê kirin û kesê bi navê Şêxo Mamo ku li Weranşarê hat binçavkirin ev 8 roj e bi malbat û parêzerê xwe re hevdîtin pêk neanîye. Parêzerê Mamo Hasan Kiliç diyar kir ku, ew ji jiyana Mamo bi şik û guman in.

* Yildiz Onkol, dayika gerîllaya YJA-Starê Azîze Onkol, dest nîşan kir ku keça wê hemû pergal red kiriye û bi evîndariya PKK’ê tevlî nava refên gerîlayan bûye. Bavê Onkol, Ekrem Onkol jî diyar kir ku keça wî pir jêhatî bû û him ji hesp û çiyan hezdikir û hem jî siwariyeke jêhatî bûye.

* Li Îzmîrê, Gerînendeyê Lîseya Pîşeyî ya Konak Çinarliyê destûra têketina dibsitanê ya Serokê Şaxa Egîtîm-Sena Îzmîrê Bahrî Akan nedabû û li ser vê wî îxbarî polîsan kiribû. Derket holê ku gerînendeyê vê dibistanê, mamosteyên bi îdiaya endamê “FETO/PDY”yê hatibûn binçavkirin û ji peywirê hatibûn dûrxistin, li dibistanê pêşwazî dike û wan dihewîne.

* Hevberdevka HDK’ê Gulîstan Koçyîgît dest nîşan kir ku, çavê Tirkiyeyê di xaka Mûsilê de heye, lê belê ev hemû hêviyên badilhewa ne û di yar kir ku, Tirkiye siyaseta xwe yî hundurîn û derve li ser dijminahiya bi kurdan re pêk tîne.

* Şaredariya Haliliyeyê ya AKP'yî Taxa Devteşt bê rê, bê park, bê av û her wiha di nav çopê de hiştiye. Niştecihên taxê li dijî vê nerazîbûnên xwe nîşan dan û diyar kirin ku, wan bi dehan carî li şaredariyê geriyaye, lê heta niha şaredarî tu tişt jî nekiriye.

* Hevşaredarê Şirnexê Serhat Kadirhan li dijî plana binesazî ya ku ji aliyê Muduryeta Bajarvanî û Hawirdorê ya Şirnexê bertek nîşan da û got: ''Plan bi awayekî korsanwarî hatiye amadekirin û pêwîst e welatî heta 28'ê cotmehê serlêdana xwe ya redkirinê bikin."

* Li Wanê, li Kuçeya Çaliyê ya li Bûlvara 2’yê Nîsanê ku di xebatên kolînê de li vê kuçeyê rastî hestiyên mirovan hatibû, niha heman erdî veguherandine otoparkê.

* Serokê Şaxa SES’ê ya Wanê Cengîz Paycû diyar kir ku, bi KHK’yê ku di çarçoveya OHAL’ê de hatin derxistin li Wanê zêdeyî 40 kedkarên tenduristiyê ji peywirê hatien dûrxistin û wiha got: “Divê dev ji nêçira pîrhevokiyê bê berdan.”

* Dewleta Tirk li ser sînorê Bakur û Başûr ji aliyekî ve lez da sewqiyata leşkerî ji aliyê din ve dest bi çêkirina çeperan kir.

* Koroya Jinan a Rozayê di 3’yemîn saliya xwe de amadekariyên xwe dike, da xwe bigîne jinan.

* Li navçeya Westanê ya Wanê zarokên karker ên li zeviyên kartolan rojê bi 15-30 lîreyî dixebitin, didin der ku bê dolaba kedxwariyê çawa digere.

* Li Cizîrê bijîşkê bi navê Serdar Kunî ku li Navenda Tenduristiyê ya Bîşengê dixebitî hat girtin.

* Hevserokê Giştî yê DBP'ê Kamuran Yuksek dê 3'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Êlihê bi îdîaya "heqaret li Serokomar kiriye" bê darizandin. (09.30)

* Hevşaredara Artemetê Rojbin Çetin û Heşaredara Rêya Armûşê Aygul Bidav ku bi besema rêveberiya cewherî aşkere kiribun û hatibûn girtin dê li 2'eyemîn Dadgeha Cezayên Giran a Wanê bên darizanin. (10.00)

* Rûniştina doza 12 mertalên zindî yên li Lîcê li dijî operasyonên leşkerî daxuyanî dabûn doz li wan hatibû vekirin dê li 4'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê bê dîtin. (11.00)

* 3'emîn rûniştina dozaü siyasetmedarên kurd ên Rêveberiya Cewherî ya Sûrê aşkere kiribûn û doz li wah hatibû vekirin dê li 4'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê bê dîtin. (11.30)

* Înîsiyatifa Malbatên Pursûsê dê di meha 14'emîn de li kolana Halitaga 34 kesên di komkujiya pirsûsê de jiyana xwe ji dest dan bibîr bîne. (18.00)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN