Artêşa Tirk gundên Efrînê topbaran dike
NAVENDA NÛÇEYAN (DÎHA) - Artêşa Tirk gundên Dêr Belût, Hemam û Meydan Ekbis ên Kantona Efrînê topbaran dike.
Li gorî nûçeya ajansa ANHA'yê artêşa Tirk gundên Dêr Belût, Hemam û Meydan Ekbis ên Kantona Efrînê topbaran dike. Hat diyarkirin ku di êrîşa gundê Dêr Belûtê hetanî niha 13 top li nava gund ketine û topek jî li aliyekî gund ketiye.
Nehate zanîn ka gelo qurbanî yan jî ziyandên madî hene an na. Li aliyê din artêşa dagirker gundên Hemam ê girêdayî navçeya Cindirêsê û Meydan Ekbis ê girêdayî navçeya Raco topbaran dike.
Bi vê yekê re balafirên şer ên Tirkiyeyê piştî ku hêzên şoreşger li herêmên Şehbayê hinek cih ji çeteyan rizgar kirin, dest bi bombebarankirina gundên Um Hoş, Um El Qura û Hisiyê kirin.
(mb)