Li Rihayê 3 ciwan hatin girtin
RIHA (DÎHA) – Ji 14 kesên ku piranî zarok in û ev 16 roj e di bin çavan dene, 10 jê bi şertê venêrîna edlî hatin berdan. 3 kes jî bi hinceta “endamê rêxistinê û çalaki li dar xistinê” hatin girtin.
Di 3’ê cotmehê de li Serêkaniya Rihayê 14 kesên temenê wan di navbera 15-22’yan de bi hinceta “endamê rêxistinê û çalakî li dar xistine” hatibûn binçavkirin. Piştî 16 rojên binçavkirinê, li dadgeha Rihayê derketin pêşberî dadwer.
Ji 14 kesên binçavkirî Firat Turgay (16), Bilal Îlhan (16), Murat Turgay (16), Alî Ete (17), Burhan Yilmaz (16), Yusuf Ozdemîr (15), M. Selîm Dagtekîn (16), Suleyman Yilmaz (17), Salîh Gunay (16) û Mahmut Bozdag (17) li dadgeha zarokan derketin pêşberî dadwer û bi şertê venêrîna edlî hatin berdan.
Dadwer li gor xwesteka dozger biryar da
Ciwanên bi navê Îbrahîm Halîl Poyraz (19), Ferhat Fazil Akmeşe (20), M. Zekî Ekîn (20) û Ozgun Akdemîr (22) jî li Dadgeha 2’emîn a Sulhê derketin pêşberî dadwer. Dadwer Poyraz, Akmeşe, Akdemîr bi daxwaza girtinê û Ekîn jî bi şertê berdana venêrîna edlî sewqî dadgehê kir. Dadger jî li gor xwesteka dadwer biryar da. Poyraz, Akmeşe û Akdemîr hatin girtin û Ekîn jî bi şertê venêrîna edlî hat berdan.
(bî-mp/red)