DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Êrîşa li dijî qeyûm YPS'ê girt ser xwe

 
19 Cotmeh
17:05 2016

WAN (DÎHA) - Piştî keyayê taxa Latîfiye Mehmet Şefîk Dogu li şûna endamê meclîsê tayînî şaredariya Erdîşê hat kirin hatibû kuştin. Êrîşa li hemberî Dogu YPS'ê girt ser xwe.

Qeymeqamê Erdîşê Mehmet Şîrîn Şaşar ê wekî qeyûm tayînî Şaredariya Erdîşê hat kirin, li şûna Endamê Meclîsa Şaredariyê yê DBP'î Keyayê taxa Latifiye Mehmet Şefik Dogu tayîn kir. Dogu piştî ku wekî endamê meclîsa şaredariyê hat tayînkirin, di 16'ê Cotmehê de rastî êrîşa çekdarî hat û hatibû kuştin. Êrîşa li hemberî Dogu Yekîneyên Parastina Sîvîl (YPS) girt ser xwe.

Koordînasyona Giştî ya YPS'ê derbarê mijarê de daxuyaniyek nivîskî weşand û da zanîn ku Dogu ji aliyê endamên wan ve hatiye kuştin.

(mb)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN