DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Ji bo derxistina leşkerên tirk desteyek hat avakirin

 
19 Cotmeh
16:41 2016

NAVENDA NÛÇEYAN (DÎHA)- Li Kerkûkê ji bo leşkerên Tirkiyeyê ji başûrê Kurdistanê bê derxistin desteyek hat avakirin.

Li Kerkûkê ji bo rewşa leşkerên tirk a bi başûrê KUrdistanê civînek hat lidarxsitin û di encamê de jî desteyek hat avakirin. Hate hînbûn desteya hatiye avakirin dê biçe serdana aliyên siyasî yên başûrê Kurdistan û Iraqê bike, di vê çarçoveyê de yekem serdana Partiya Komunîsta ya Iraqê kir. Di nûçeya RojNewsê de endama Komîteya Amadekar a Desteyê Dinya Mihemed têkîldarî mijarê agahî daye û wiha got: “Îro ji bo bi destxistina dengên hemu alî, partî û aliyên siyasî yên Kerkûkê ji bo derxistina leşkerên tirk ên di nav xaka Herêma Kurdistanê de, me serdana partiya Komunîst a Iraqi kir. Partiyê ji piştgiriya xwe ya ji bo desteyê nîşan da.”

Dinya Mihemed ev agahî da: “Wek tê zanîn saleke leşkerên tirk li derdora Mûsilê bi cih bûne. Em dizanin armanca Tirkan dagirkirina Kerkûk, Şengal û derxistina şerê mezheban ya di nav xaka Herêma Kurdistanê û Iraqê deye. Ji ber wê rawestandina dagirkeran erkek me yê exlaqî û netewiye. Amadekariyên me yên çalakiyan hene û roja Înê bi çalakiyekî mezin li Kerkûkê dest pê dikin.”

(sa)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN