DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Demîrtaş: Tirkiye amadekariya operasyonên dersînor dike

 
19 Cotmeh
15:26 2016

AMED (DÎHA) - Hevserokê Giştî yê HDP Selahattin Demirtaş, têkildarî operasyonên li dijî siyasetmedarên kurd civîna çapemeniyê pêk anî. Demîrtaş, xwest bi lezgîn siyasetmedarên kurd serbest bên berdan. Demîrtaş, der barê hewldana Tirkiye ya Mûsilê de jî anî ziman ku Tirkiye Mûsilê dike hincet û amadekariyên operasyona dersînor dike.

Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selehattîn demîrtaş, têkildarî operasyonên li dijî siyasetmedarên kurd ku di 11-12'ê Cotmehê de li Amed û Wanê pêk hat û 34 hevserokên HDP û DBP'ê jî di navde 62 kes hatin binçavkirin civîna çapemeniyê pêk anî. Demîrtaş, anî ziman ku ji 11'ê Cotmehê heta niha endam û rêveberên HDP û DBP’ê li salona siporê di bin çavan de tên girtin û hêj îfadeya yekî jî nehatiye girtin. Demîrtaş, da zanîn ku ew bêzarî û êrîşa îktîdarêya li dijî xwe bi wate dikin. Lê êrîşa darazê ya li hemberî xwe bi wate nakin û qebûl nakin. Demîrtaş, bang midûriyeta polîsan kir û xwest bi lezgîn hevserokên wan ên hatine girtin serbest bên berdan. Demîrtaş, bilêv kir ku binçavkirin û êrîşa li dijî rêveberên HDP û DB'ê li dijî demokrasiyê ye û wiha got: "Yên ku fatura binkeftina xwe dixin situyê HDP’ê di rêya şaş dene. Em bang li Waliyê amedê dikin û dibêjin dawî li vê bê hiqûqî û neheqiyê bînin.
Hevalên me yên pêdiviya wan bi lênerînê heye. Gelê Amedê li hemberî vê rewşê bêdeng namîne. Em dîsa bang li midûriyeta polîsan, walî û rayedaran dikin ku bi lezgîn dawî li vê bê hiqûqîyê bînin û hevalên wan serbest berdin. Ev ne binçavkirin e. Ev rehîngirtin e. Yên ku rageşiyê zêde dikin zerarê didin Tirkiye. Pêdiviya Tirkiye ji aramiyê heye.

Demirtaş, da zanîn ku bi deh hezaran mirov bi îdîaya tev li darbeyê bûne hatine binçavkirin û girtin û mafê mirovan tê binpêkirin û wiha berdewam kir: "Hikûmet bi kesên ji bo demokrasiyê û aştiyê têdikoşe re têdikoşe Waliyê Amedê ne mecbûr e ji me hez bike û partiya me biecibîne. Lê mecbûr e hurmetê nişanî partiya me bide. Divê zanibin ku partiya li Amedê partiya yekem e û hurmetê nîşanî demokrasiyê bidin. Em dê ji bo kesên hatine binçavkirin serî li Dadgeha Qanûna Bingehîn (AYM) bidin. Qanalên tv yan hatin girtin. Zarok tv hat girtin. Dibistana Kurdî ya Ferzad Kemanger hat girtin. Sebra gelê Amedê xelas dikin. Em dîsa bang li walî û midûrê polîsan dikin ku dest ji van şaşiyan berdin.

Mûsilê dikin hincet

Demîrtaş, pirsên rojnamegeran a der barê Operasyona Mûsilê de jî bersivand û da zanîn ku armanca Tirkiye li Mûsilê operasyona dersînor e û dixwaze operasyona der sînor pêk bîne.

'Em bang li îktidarê dikin bila bi aqlîselîm tevbigere'

Demîrtaş têkîldarî pirsa ku rewşa Tirkiyeyê dişibe dema hilweşîna osmaniyan jî wiha axivî: "Rewşa dema hilweşîna dema osmaniyan dijî. Îktidara AKP'ê berçavkên hespan daye ber çavên xwe û welat ber bi kendal ve dibe. Em wekî HDP bang li hikûmetê dikin ku bila bi aqlîselîm tevbigere û hewl didin rastiyan ji civaka Tirkiyeyê re vebêjin. Naskirina mafên gelê kurd, bi partiyên Rojava re têkîliyên baş danîn, dev ji polîtîkayên mezhebî berde, ji bo elewiyan jî gavên girîng bavêje. Lê aqilê ku vî yekê bi li Enqereyê gelo heye. na! An tirsyane an jî jole li porê xwe kirine û digerin."

'HDP pariyekî rehet nîne'

Demîrtaş gotegotên ku dê parlamenterên HDP'ê bên girtin jî wiha nirxand: "Her tim dozger fermanê didin. Paralmenterên HDP'ê wisa pariyên rehet nînin. Em kolan bi kolan xebatê dikin. Çalakiyên 'dest nede parlamenterên in' didin meşandin. Bi meclîsên jinan bi şaredariyên xwe ve xebatên xwe didin meşandin. Dİkarin vê bikin lê bila bizanibin ku em pezên qurbanê nînin. Em qasî ku destkeftiyên gelê xwe xurtir bikin di nava têkoşînê de ne. Divê gelê me jî di ferqa vê de be."

'Operasyona derveyî sînor tê nîqaşkirin'

Demîrtaş li ser îhtimala operasyona derveyî sînor jî wiha axivî: "Li kulîsên Enqereyê operasyona derveyî sînor tê nîqaşkirin. Operasyona derveyî sînor û herêma ewlehiyê bi hevre tê nîqaşkirin. Divê her welat ewlehiya xwe pêk bîne lê divê axê adgir neke û dev ji mafên mirovan bernede. Sedam axa Kuveytê dagir kir lê dawiya wî çawa bû me dît. Wekî ku niyeta hikûmetê heye lê divê dev ji vê yekê berde."

'Em li dijî dîktatoriyê ne'

Demîrtaş herî dawî der barê daxuyaniyên Alîkarê Serokê Giştî yê AKP'ê Hayatî Yazici ya ji bo referandun û serokatiyê jî wiha got: "Demokrasî dê pêk bê ya na? Dê demokrasî pêk bê? Parlamento dê serokê dewletê kontrol bile ya na? Edalet xurt e? Em ê li van tiştan binêrin. HEke ev nebin dê bibe dîktatorî. Ya fiîlî tê kirin jî biborin lê dîktatorî tê kirin. Dİ parlamentoyê de dengê me na ye. Em ê di referandumê de kampanyaya na bidin meşandin. Pêwîstiya vî welatî bi demokrasiyê heye. Pêwîstiya vê welatî ne serokatiyê bi demokrasiyê heye."

Piştî daxuyaniyê Demîrtaş ji bo piştevaniyê çû rêxistina DBP'ê ya Amedê.

(mae-sa)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN