DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Dayîkên aştiyê banga 'neyê lîstikên Erdogan' li Barzanî kirin

 
19 Cotmeh
15:25 2016

STENBOL (DÎHA) - Dayikên Aştiyê yên li ber Qesra Dolmabahçeyê cara 51'emîn hatin cem hev bertek nîşanî daxwaza Tirkiyeyê ya tevlîbûna operasyona Mûsilê dan û wiha gotin: "Em bang li Mesûd Barzanî dikin bila neyê lîstika Erdogan û li ser kurdan tê meşandin."

Endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê yên Stenbolê bi daxwaza azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û vegera Mutabaqata Dolmabahçeyê cara 51'emîn li ber Qesra Dolmabapçeyê hatin cem hev. Dayikan pankarta "Dê dayikan rê nedin şer" vekirin dowîzên "Em dixwazin maseya li Dolmabahçeyê hat xirakirin ji nû vê bê avakirin" "Jin şer naxwazin" hilgirtin.


Dayika Aştiyê Reyhan Akgul bertek nîşanî daxwaza Tirkiyeyê ya tevlîbûna operasyona Mûsilê da û wiha got: "Bi salane li hemberî Iraqê operasyonek heye. Dê heta kuderê biryar bigire ka dê kuderê dagir bike? Hemû cihê Kurdistanê dagir kir ma niha dora Mûsilê ye? Ez bang li Barzanî dikim. Mejiyê xwe bîne serê xwe, neyê lîstikên Erdogan. Neyên lîstikên ku li ser kurdan tên meşandin."

Dayîka Aştiyê Behiye Duman jî anî ziman ku ji bo şer bi dawî bibe û xwîna tê rijandin bisekine cara 51'emîne li ber Qesra Dolmabapçeyê tên gel hev û wiha axivî: "Ligel hemû tiştên hatine jiyîn jî em di aştiyê de bi israrin. Di van rojên ku pergala serokatiyê tê nîqaşkirin de AKP û MHP hatine gel hev û bazariya xwe kirine. Pergala serokatiyê dê çi sûdê bide Tirkiyeyê? Ji bo vê pergalê çi hewceye ku qûrban bên dayîn? Çi mafê we heye?"

Çalakiya dayîkan piştî saetek çalakiya rûniştinê bi dawî bû.

(mb)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN