Li Qersê 10 kes hatin girtin
QERS (DÎHA) - Li navçeyên Qamuşan û Selîmê yên Qersê 15 kes hatibûn binçavkirin, ji wan kesan 10 jê hatin girtin.
Di serdegirtinên li gundên girêdayi navçeyên Qamuşan û Selîm ên Qersê ku di 12'ê Cotmehê de pêk hat de 15 kes hatibûn binçavkirin, kesên binçavkirî piştî îfadeyên wan li Qereqola Cendirmeyan a Qamuşan bi dawî bû sewqî edliyeyê hatin kirin.
Piştî îfadeyên wan ên li dozgeriyê 15 kesên di nava wan de Hevserokê HDP'ê ya Qamuşanê Seyat Dere û Endama Mecîsa Giştî ya HDP'a Bajar Ruhan Yildirim hene, bi îdîaya "endamên rêxistinê ne" û "propagandaya rêxistinê kirine" sewqî dadgehê hatin kirin.
Ji 15 kesên sewqî dadgehê hatin kirin 10 kes bi heman îdîayan hatin girtin û ew rêkirin Girtîgeha Girtî ya Qersê. Welatiyên bi navê Huseyîn Yildiz, Fahrettîn Akin, Seyat Dere, Fuat Dere û Olcay Ozturk jî bi şertê kontrola edlî hatin berdan.
Navê kesên hatine girtin wihane: Îzzet Aydin , Necatî Kiliç, Remzî Agar, Hayrettîn Polat, Kenan Aydin, Ustun Ozturk, Endama Meclîsa Giştî ya bajar Ruhan Yildirim, Coşkuner Coşkun, Kadîr Çelîk û Celal Çelîk.
(mb)