DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Cerdevan li Licê êrîşî welatiyan kir

19 Cotmeh
14:54 2016

AMED (DÎHA) - Li navçeya Licê piştî li dijî cerdevanan êrîş pêk hat, niha jî cerdevan êrîşî welatiyan dikin. Cerdevanan êrîşî xebatkarên DEDAŞ’ê û keyayê gundê Sernisê kirin û operasyona leşkerî li herêmê didome.

Li ser riya bejahiya navbera Licê û Pasûrê yên Amedê de piştî êrîşa li dijî cerdevanan pêk hat, zextên cerdevanan li ser welatiyên heremê zêde bûn. Piştî li dijî leşker û cerdevanan êrîş pêk hat, cerdevan û leşkeran riyên gundan girtin û êrîşî welatiyan dikin. Li mezra Xencer bi ser gundê Bawerdê yê Licê ve du xebatkarên DEDAŞ'ê Erdal Bayhan û Ahmet Kozan xwestin ji bo karê ceryanê biçin gund, lê li ser rê rastî êrîşa cerdevanan hatin û hatin derpkirin. Piştî êrîşê welatiyên gund, Bayhan û Kozan rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Amedê. Her wiha li gundê Sernîsê jî keyayê bi navê R.E. jî dema bi erebeyên xwe di rê de derbas dibû, cerdevanan êrîş kir û ew derpkirin. Keyayê rastî êrîşî hat, cerdevanan çûna wî ya nexweşxaneyê jî asteng kir. Hêj riyên gelek gundên Licê ji aliyê leşker û cerdevanan hatine girtin û nasnameyên welatiyên di rê de derbas dibin jî lêgerîn dikin.

Perçîm sewqî Amedê hat kirin

Li aliyê din li gundê Şegan welatiyê bi navê Kerîm Perçîm ê ku rastî êrîşa cerdevanan hat û ji serê xwe derp xwariye rakirin ji Licê sewqî Nexweşxaneya Dewletê ya Selahadîn Eyubî ya Amedê hat kirin.

Herem tê bomberankirin

Piştî çalakiya li dijî cerdevanan pêk hat operasyon li heremê hat destpêkirin û helîkoptêr herema gundê Melê bombebaran kirin. Di encama bombebaranê de li çiyayê Melê şawat derket.

(rd/bg/mae)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN