DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Polîtîka

HDP: Bila Wezîrê Dadê ji peyvirê bê girtin

 
19 Cotmeh
14:07 2016

ENQERE (DÎHA) - HDP'ê ji ber li girtîgehan binpêkirina mafan û îşkence zêde bûye der barê Wezîrê Dadê Bekîr Bozdag de pêşnûmepirs da meclîsê. HDP'ê diyar kir ku Wezîrê Dadê sûcê Qanûnî kiriye û xwest ji peyvirê bê girtin.


HDP'ê bi îmzeya Serokwekîlên Koma HDP'ê Îdris Baluken û Çaglar Demirel, têkildarî zêdebûna binpêkirina mafan û îşkenceyê ya li girtîgehan der barê Wezîrê Dadê Bekir Bozdag de pêşnûmepirs (gensoru) da meclîsê. HDP'ê di pêşnûmepirsê de diyar kir ku di 15'ê Tîrmeha 2016'an de li diji saziyên siyasetê hewldana darbeyê pêk hat, lê piştî darbeyê li dijî saziyên civakî darbeya siyasî û civakî dest pê kir û binpêkirina mafên mirovan zêde bûye.
HDP'ê da zanîn ku piştî darbeya 15'ê Tîrmehê li bendê bûn ku li Tirkiye siyaseta demokratîk pêş bikeve û niha pergala yekperestiyê pêş dikeve û wiha got: "Ji bo Komara demokratîk bê avakirin daxwazên gel derket asta herî jor. Lê Erdogan li şûna siyaseta demokratîk û komara demokratîk pêş bixe, Erdogan û hikûmeta AKP'ê ev yek ji bo dîktatoriya xwe û serdestiya xwe kir firsend û her tiştî li gorî xwe amade dike. OHAL îlan kir û piştre KHK xistin meriyetê. Bi vê yekê re li girtîgehan binpêkirina mafan û îşkence derket asta herî jor. Vê rewşê pêkanînên darbeya 1982'a li pey xwe hiştiye. Kesên tên binçavkirin û tên girtin rastî îşkenceyê tên. Heta niha gelek kes hatin binçavkirin û rastî îşkenceyê hatin. Li dijî van îhlalên mafên mirovan û îşkenceyê heyetek serbixwe nehatiye avakirin û lêkolîn nekiriye. Der barê binpêkirina mafan de daxuyaniyên tatmînkar nehatiye dayîn. Di 3 mehên dawi de endamên Serokê Dadgeha Qanûna Bingehîn, HSYK, Daraza bilind, Dadgeha Şêwirînê jî di navde 3456 dadger û dozger ji peyvirê hatin dûrxistin. 632 endamên darazê hatin girtin. Dîsa li ser navê rêxistina Paralel bi hezaran karmend ji peyvirê hatin dûrxistin. Ev dûrxistin tev binpêkirina mafan û hiqûqê ye. Dîsa mafê ewlehiya can, mafê azadiya seyranê û mafê azadiya gerdûnî ji destê welatiyan hatiye girtin. Hêj wekîl nikarin biçin girtîgehê û nikarin girtiyan ziyaret bikin.

Herî dawî li şûna Wezîrê Dadê van binpêkirinên mafên mirovan ji holê rake, rejîma fîîlî xistiye meriyetê û Qanûna Bingehîn bê wate hiştiye. Bi devê xwe jî gotiye "Her çiqas hûn bêjin pergala Serokdewletiyê tune jî ev pergala Serokdewletiyê heye" û sûcê Qanûna Bingehîn kiriye. Kesê ku zagon û Qanûna Bingehin binpê bike sûc e. Wezîre Dadê qanûn îhlal kiriye û sûc kiriye. Ji ber vê yekê em der barê Wezîrê Dadê de dixwazin pêşnûmapirs bê amadekirin û li gorî Rêziknameya meclîsê ji peyvirê bê girtin."

(mae)



Sernavên din

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN