Nazlier ê xwe şewitand jiyana xwe ji dest da
AMED (DÎHA) - Ciwanê bi navê Hakan Nazlier ê ku li Licê bedena xwe da ber agir û xwe şewitand piştî dermankirina 5 rojan jiyana xwe ji dest da.
Ciwanê bi navê Hakan Nazlier ê ku di 14’ê cotmehê de li gundê Fîsê ya bi ser navçeya Licê ya Amedê bi neftê bedena xwe dabû ber agir û xwe şewitand jiyana xwe ji dest da. Nazlier li Nexweşxaneya Faqûlteya Tibê ya Zanîngeha Dîcleya Amedê dihat dermankirin û piştî 5 roj dermankirinê li gel hemû hewldanan jiyana xwe ji dest da. Nazlier ê ku bedena wî di pileya 3’emîn de şewitîbû 5 roj bû ku 4 polîsan 24 saetan nobeta wî digirt.
Nayê zanîn Nazlier ji ber çi sedemî xwe şewitandiye. Lê hat hînbûn dema Nazlier xwe bi gotinên “Hûn xayîn in. Ma hûn ne kurd in? Bijî Serok Apo” bedena xwe daye ber agir û nehiştiye kes wî ji şewatê rizgar bike.
(bg)