Li Kurdistanê di 9 mehan de 40 hezar û 573 binpêkirinên mafan!
AMED (DÎHA) - Komeleya Mafên Mİrovan a Amedê (ÎHD) rapora binpêkirinên mafan a 9 mehên dawî aşkera kir, di raporê de hat ragihandin ku li Kurdistanê 40 hezar û 573 binpêkirinên mafan qewimiyê.
Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê rapora xwe ya binpêkirinên mafan a 9 mehên 2016'an aşkera kir. Di daxuyaniyê de SErokê îHD'ê ya Amedê Racî Bîlîcî axivî û diyar kir ku ji 24'ê tîrmeha 2015'an piştî ku şer dest pê kir şûdeta hê j^iiddome û ji wê demê heta niha 2 hezarî zêdetir kesan jiyana xwe ji dest dane. Bîlîcî anî ziman ku tabloya ku piştî 24'ê tîrmeha 2015'an derketiye bandoreke mezin li ser jiyana civakî kiriye û bi şer re pêkanînên nedemokratîk jî her çûne zêdetir bûne.
'Divê alî vegerin rewşa nepevçûnê'
Bîl3icî diyar kir ku ew çalakî û pêkanînên ku zirarê didin cewherê mirov û jiyana civakî qebûl nakin, pirsgirêk dikare bi diyalogê ve bê çareserkirin. Bîlîcî wiha got: "Di çareseriya pirsgirêka kurd de bi dehan salan rêbaza şîdetê hat ceribandin û bi vî rêbazê û polîtîkayên hikûmetê yên pereset pêşketin nabe. Ji ber vê yekê aliyên ku şer dikin ji bo çareserkirina pirsgirêkê divê vegerin rewşa nepevçûnê."
'Divê tecrîda li ser Ocalan b^erakirin'
Bîlîcî anî ziman ku divê dewlet û îxtidara siyasî Pêkanînê rêveberiya awarte û operasyonên leşkerî bi dawî bike, muzakereyan bide destpêkirin û wiha berdewam kir: Divê tecrîda li ser Rêberê Rêberê PKK'ê Birêz Abdullah Ocalan bê bidawîkirin. Dİvê ji hewldanên Birêz Ocalan ê ji bo aştiy^esûd bê wergirti û şertên uk bikaribe bixebite bê amadekirin."
Bîlîcî di berdewama axaftina xwe de got ku bi pêkanîna OHAL'ê re pêkûtî û sansura li dijî çapemeniyê zêdetir bûye mafê agahî girtinê ya gel ji destên wan ahtiye girtin.
756 girtî terkî qedera xwe hat kirin
Bîlîcî anî ziman ku bi OHAL'ê re muameleya xirab a di bin çavan de zêdetir bûye, di qanûnan de û peymanên navneteweyî de îşkence hatiye qedeqekirin. Bîlîcî da zanîn ku girtîgeh bûne navendên îşkenceyê û mafê tenduristî û ragihandinê ya girtiyan tê astengkirin, li gorî daneyên ÎHD'ê 300 jê giran 756 girtiyên nexweş li girtîgehan terkî qedera xwe hatine kirin.
Di 9 mehan de 34 jin û 9 zarok hatin qetilkirin
Bîlîcî bal kişand li ser şîdet û binpêkirinên mafan ên 9 mehan jî anî ziman ku 34 jin hatine qetilkirin, 8 jinan "întihar" kirine, bi jinan re zarok jî rastî binpêkirinên mafan tên û di 9 mehan de 9 zarok hatine qetilkirin, 9 zarok hatine ber xwekuştinê û 71 zarok jî rastî îstismara zayendî hatine.
Bilîcî destnîşan kir ku di nava 9 mehên 2016'an de li gorî daneyên ÎHD'ê 40 hezar û 573 binpêkirinên mafan qewimiye.
(sa)