Li Tendurekê pevçûn dijwar dibe
AGIRÎ (DÎHA) - Di çarçoveya operasyona leşkerî ya ku ev du hefteye li Çiyayê Tendurekê hatiye destpêkirin de pevçûn dijwar dibin.
Leşkerên tirk beriya du hefteyan li Çiyayê Tendurekê yê di navbera Agirî û Wanê de ye dest bi operasyonê kiribûn û operasyon didome. Li gorî agahiyan ji herêmê hatine girtin, di 3 rojên dawî de li derdora gundên Rihmequlî û Tutek, zozanên Taşkesand, herêmên Ket Tepesî, Hesoşeref, Gola Qaza, Çoban Ksika, Kul û Girê Dêm pevçûn dijwar bûne û li hemberî leşkerên sewqî herêmê tên kirin jî kemîn tê danîn.
Ligel yekîneyên leşkerî tevgera balefirên bêmiroj jî ji Diyadînê tê bihîstin. Hat ragihandin ku gelek cerdevan jî di nava operasyonê de cihê xwe digirin û welatiyên ku li gundên wan operasyon pêk tên di nava fikaran de ne. Gundiyar diyar kirin ku ji ber operasyonên leşkerî nikarin derkevin derve û lawirên xwe biçêrînin û bertek nîşanî pêkanînan dan.
Her wiha di çarçoveya heman operasyonê de, di pevçûna 12'yê Cotmehê roja Çarşemê de 26 leşkerin hatibûn kuştin û gelek leşker birîndar bibûn.
(mb)