DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

ÎHD: Hikûmet yekperestiyê diparêz e

 
19 Cotmeh
12:45 2016

ENQERE (DÎHA) – Komeleya Mafê Mirovan bîlançoya 3 mehan a Rewşa Awarte bi daxûyaniyek nivîskî aşkera kir.

Piştî hewldana darbeyê 15’ê Tîrmehê, li Tirkiyeyê Rewşa Awarte (OHAL) hat îlankirin. Di encama Rewşa Awarte de gelek kes ji kar hatin dûrxistin, gelek sazî û dezgeh hatin girtin, bi hezran kes hatin binçavkirin û girtin. Gelek TV û Radyo hatin mohrkirin û girtin. Têkildarî vê rewşê Serokê Giştî yê Komeleya Mafê Mirovan Ozturk
Turkdogan li Navenda Giştî ya Komeleya Mirovan bi daxûyaniyek nivîskî bîlançoya 3 mehan a Rewşa Awarte aşkera kir. Turkdogan beriya ku daxûyaniyê aşkera bike bal kişand ser encamên Rewşa Awarte û wiha axivî: “Di rewşa awarte ya 3 mehan de gelek kes ji aliyê hikûmeta AKP’ê ve ji kar hatin avêtin û dûrxistin. Bi awayekî zelal hikûmetê kesên demikrat hedef girtin û careke din nijatperestiya xwe dubare kir. Di bin navê hewldana darbeyê de yekperestî hat parastin û bê tehemûla pirengî û pirdengiyê careke din derket holê.

‘Civak din av zehmetiyek mezin de dijî’

Turkdogan da zanîn ku piştî Rewşa Awarte bi her awayî hemû qadên jiyana civakê de zor û zehmetî derketin pêş û axaftina xwe wiha berdewam kir: “Em jî wekî Komelaya parastina mafê mirovan dixwazin ku yên xwestin darbeyê pêk bînin di hemû qadan de bên paqijkirin. Lê hikûmetê ne tenê yên darbe pêk anîn, bi taybet gelên demokrat û kurd hedef girtin. Ev yek jî nîşan dide ku hikûmet di bin navê darbeyê de dixwaze dengê gelên ku biratiyê dixwazin qut bike.”

‘Divê tecrîd demildest bi dawî bibe’

Turkdogan destnîşan kir ku piştî hewldana darbeyê tecrîda di girtîgehan de zêde bûye û bi taybet tecrîda li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan giran bûye û wiha domand: “Niha di girtîgehên Tirkiye û Kurdistanê de tecrîda li hemberî girtiyên siyasî derketiya asta herî bilind. Ji ber ku tecrîd giran bûye di girtîgehan de girtiyên siyasî vê tecrîdê protesto dikin û mafê xwe yê demokratîk dixwazin. Binerin di Girtîgeha Şirnexê de dema ku girtiyan tecrîd protesto kir û girtîgeh şewitandin, rêveberiya girtîgehê bi awayekî zanebûn mûdaxale nekir û 2 kesan jiyana xwe ji dest dan. Her wiha tecrîda ku li hemberî birêz Ocalan tê meşandin her roj zêde dibe û gelê kurd vê rewşê bi fikar e. Divê ku dewlet demildest tecrîdê bi dawî bike û mafê girtiyan bide.”

Bîlançoya Rewşa Awarte ya 3 mehan ev e:

*Di hewldana darbeyê ya 15’ê Tîrmehê de di nav de 67 polîs û leşker 174 sivîl bi giştî 241 kesê jiyana xwe ji dest da. Her wiha 2 hezar 144 kes ji birîndar bû.

* Di 27’ê îlonê daxûyaniya ku ji aliyê Wezareta Dadê ve hat diyar kirin ku 70 hezar 50’î kes ji berk u endamên rêxistina FETO ne ji derheqê wan de qonrola adlî hat kirin. Di nav wan de 58 hezar 862 kes hatin binçavkirin û yên hatin binçavkirin di nav wan de 31 hezar 48 kes hatin girtin.

* Di nav kesên ku hatin girtin de 2 hezar 385 dozger û serdozger, 6 hezar 488 leşker, 7 hezar 16 xebatkarên Emniyetê ne. Bi teybet di bin navê operasyona rêxistina FETO de 35 hezar kesî zêdetir hatin girtin.

* 1061 dibistan hatin girtin.

* 15 zanîngehên taybet hatin girtin.

* 113 pansiyonên xwendekaran hatin girtin.

* 35 Navendên Tendûristiyê hatin girtin.

* 1125 komele hatin girtin.

* 104 wekf hatin girtin.

* 19 sendîka hatin girtin.

*Qeyûm avêtin 35 şaredariyan

*Ji ber ku têkiliya wan ji rêxistina FETO heye 16 Tv, 45 Rojname, 15 Kovar, 3 Ajans, 23 Radyo û 29 weşanxane û belavkarî hatin girtin.

* Bilî wan 12 TV’ û Radyoyên kurd hatin girtin.

* 128 rojnameger niha di girtîgena de tên girtin.

* 42 hezar 957 xebatakarên kamuyan ên sivîl ji kar hatin dûrxistin.

* Di nav de gelek polîs, serfermandar û leşker 56 hezar 520 kes ji kar hatin avêtin.

* 3 hezar 456 dozger û serdozger ji kar hatin avêtin.

* 11 hezar mamoste û 12 hezar polîs ji kar hatin dûrxistin û hêj lêpirsîna wan berdewam dike.

* Di encama vê rewşê de bi hezaran kes bê kar ma û belgeya nêzî 30 hezar mamosteyan hat îptal kirin.

* Pasaporta 56 hezaran kesş hat îptalkirin.

* Li gorî îstatîkan beriya rewşa awarte 187 hezar 647 kes di girtîgehan de dihatin girtin, nha ev derketiye nêzî 220 hezaran.

‘Divê dewlet cûdahiyan neke’

Turkdogan di dawiya daxûyaniyê de ev tişt gortin: “Beriya darbeyê li gorî kapasîteya girtîgehan 4 hezar 647 kes zêde bû. Niha ev derketiye 30 hezarî. Lê dema ku mirov lê dinêre girtiyên Edlî tên berdan. Lê rewşa girtiyên siyasî her roj ber bi xeteriyê ve diçe û dewlet û hikûmet derbarê rewşa girtiyên siyasî de çi gavan naavêjin. Divê ku dewlet çawa nêzikî girtiyên edlî dibe wisa jî nêzikî girtiyên siyasî bibe û di vanbera girtiyan de çi cûdahiyan neke”

(fd/mae)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN