Li herêma Omerya şewet derket
MÊRDÎN (DÎHA) - Li herêma Omerya ya Nisêbînê şeweta ku duh derketî her ku diçe belevî herêmê dibe.
Li herême Omerya ya navçeya Nisêbîna Mêrdînê duh şewet derket. Şeweta ku di saetên êvarî de dest pêkir hêjî berdewam dike. Çavkaniyên herêmê ragehandin ku leşkerên derketine operasyonê şewet derxistine û şewet belevî hemû herêmê bûye. Hat hînbûn ku ji bo mûdaxleya şewetê bikin gundiyên Zivingê ber bi herêmê ve dikin.
(kom/mb)