Daxwaza 'Bila doza 5'ê Hezîranê neqlî Amedê bê kirin'
ENQERE (DÎHA)- Di doza êrîşa li dijî mîtînga HDP'ê ya li Amedê de parêzeran xwestin doz careke din neqlî Amedê bêkirin. Dîsa di dozê de derket holê ku parêzerê mexdûr di heman demê de ji aliyê CMUK'ê ve ji bo bersûc hatiye tayînkirin.
Doza yekemîn a êrîşa li dijî mîtînga HDP'ê ya li Amedê di 5'ê Hezîranê de pêk hat û 5 kesan jiyana xwe ji dest dan û 400 kes jî birîndar bûn li 2'yemîn Dadgeha Cezaya Giran a Amedê tê dîtin.
Di dozê de kurteya îdianameyê hat xwendin. Piştre parêzerên mexdûran axivîn û daxwazên xwe yên ji bo îdianameyê kirin. Parêzaran diyar kir ku di biryara neqilkirina dozê de pirsgirêka ewlehiyê bi aweyeke şenber tuneye , doz li Enqereyê dîtin dê ji bo mexdûrbûnên nû rê veke, ji ber vê yekê jî xwestin doz neqlî Amedê bê kirin. Parêzeran destnîşan kirin ku heke ev pêk neyê jî lêçûnên mexdûran ên çûn û hatina Enqereyê divê bê bicihanîn.
Parêran diyar kirin ku kesê bi navê Yîgît Suleyman Zelen ê ku wekî muxdûr di dozê de cih girtiye ji ber îfadeyên Orhan Gonder divê wekî bersûc cih bigire ji ber ku di îfadeyê de tê gotin ku agahiya vê kesê ji êrîşa bombeyî hebûye. Balkêş e ku kesê navborî di nava kesên ku doz şopandin de cih girt.
Parêzera Lîza wekî parêzerê bersûc hat diyarkirin
Di vî navberê de tiştekî wekî skandalê di dozê de derket holêb Parêzar Lîza Çalan a ku di qatlîamê de herdu lingê xwe jî winda kir, Gulîstan Koç di heman demê de ji aliyê CMUK'ê ve wekî parêzerê bersûcan jî hatiye diyarkirin.
(sa)