Piştî êrîşê cerdevanan welatî derp kir
AMED (DÎHA) - Li Amedê piştî êrîşê cerdevan ketin gundan û welatiyek derp kir. Hêjmara cerdevanên mirine derket 2 yan.
Li ser riya bejahiya navçeyên Licê û Pasûrê yên Amedê li dijî maşîneya cerdevanên ji operasyonê vedigeriyan êrîşa çekdarî pêk hat. Di êrîşê de cerdevanek hat kuştin û gelek cerdevan jî birîndar bûn. Piştî êrîşê gelek cerdevan hatin cihê bûyerê û ketin gundê Şegan. Cerdevanan welatiyê bi navê Kerîm Perçîm ê li ber deriyê mala xwe bû derp kirin. Hat ragihandin ku Perçîmê hat derpkirin hatiye binçavkirin û nayê zanîn ka birine kuderê.
Li aliyê din yek ji cerdevanên di êrîşê de birîndar bibû mir, bi vê re hêjmara miriyan derket 2'yan.
(mb)