DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Qeyûm vê carê jî çav berda 'keda' kedkaran

19 Cotmeh
11:29 2016

WAN (DÎHA)- Alîkarê Walî Onder Can ê ku wekî qeyûm tayînî Şaredariya Rêya Armûşê hat kirin vê carê jî çav berda keda kedkarên şaredariyê.

Alîkarê Waliyê Wanê Onder Can ê ku wekî qeyûm tayînî Şaredariya Rêya Armûşê ya Wanê hat kirin vê carê jî mehaneya kedkaran birî. Qeyûm Can îdia kir ku ji bo 46 karkerên bi peyman ên li şaredariyê bi salan e dixebitin ji bo xwarinê zêde pere hatiye dayîn bêyî agahiya kedkaran 3 mehan hezar û 100 TL qut kiriye.

Kedkaran têkîldarî mijarê wiha gotin: "Ev pêkanînê tenê ji bo ku me bêzar bikin û piştî demekî me ji kar bavêjin tên kirin."

Can ê ku pereyê meha borî qut kir berê jî agahiyên şexsî yên der barê 760 xebatkarên şaredariyê de dabû Midûriyeta Polîsan a Wanê û xebatkar deq kiribû.

(sa)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN