DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Polîtîka

Turk: Armanca Tirkiye dijberî kurdan avakirina tamponê ye

 
19 Cotmeh
11:28 2016

AYNUR İNEDİ

MÊRDÎN (DÎHA)
- Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk, têkildarî hewldana Tirkiye ya beşdarî operasyona Mûsilê bibe diyar kir ku heza Tirkiye ya beşdarî koalîsyonê bibe tune ye. Turk, anî ziman ku sedema daxwaza Tirkiye ewe ku li dijî kurdan herêma tampon ava bike.

Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk, têkildarî daxwaza Tirkiye ya beşdarî operasyonê bibe ji DÎHA'yê re axivî û diyar kir ku esil armanca Tirkiye ne şerê li dijî DAİŞ'ê ye esil armanca Tirkiye li diji hêzên kurdan herêma Tambon ava bike ye. Turk, anî ziman ku Kurd êdî li Rojhilata Navîn bûne hêz û aktorê mezin û ev hêza Kurdan a li Iraq û Rojava hêzên statukoparêz bêzar dike. Turk, da zanîn ku hêza Tirkiye ya beşdarî kolîsyona Mûsilê bibe tune û dixwaze li dijî kurdan herêma tampon ava bike. Turk, dazanîn ku berê jî Tirkiye deriyê xwe ji DAIŞ'ê re vekiriye dixwazin li Mûsilê bibin hêza kolalîsyonê ya çalak.

Turk, da zanîn ku hêza leşkerî ya Tirkiye tune ku beşdari operasyona Mûsilê bibe û vê daxwaza Tirkiye Hikûmeta Iraqê bêzar kiriye. Turk, da zanîn ku li dijî hêza kurdan polîtîkaya bişaftin û hilandinê tune ye. Turk, anî ziman ku Tirkiye ji bo kurdan bêdeng û bê hêz bike polîtîkayên li dervê sînor dimeşîne û naxwaze kurd bibin xwedî destkeftî. Turk, destnîşan kir ku êdî şensa ku Tirkiye bi ser bikeve tune ye û wiha got: "Êdî Tirkiye nikare li gorî daxwaza xwe bikeve her derê. Nikare kurdan jî bêdeng bike. Politîkaya bêdengkirin û perçekirina kurdan dê ji bo wê bi giranbuha bibe mal. Ev daxwaza Tirkyie ne tenê zerarê dide gelê kurd, di heman demê de zerarê dide gelê Tirkiyê jî. Tirkiye li ser tunekirina kurdan siyasetê dike.

Turk, bilêv kir ku dî Federeya kurdan û gelê kurd tê nasîn û wiha pêde çû: "Lê Tirkiye li ser tunekirina kurdan siyasetê dike. Tirkiye êdî weşana Zarok TV jî tehamul nekir. Li aliyekî dibêjin birayên me yên kurd, li aliyê din tehamula ziman û kanala televîzyonên zarokên kurdan nakin. Qeyûm tayînî şaredariyan dikin. Niha Hikûmeta Tirkiye dibêje em destûr nadin gelê Mûsilê asîmîle bibe. Lê Abadî got ka Erdogan ji bo Kurdên herêma xwe çi kir. Ev rast e. Erdogan ji bo kurdên Bakur çi kiriye. "

Turk, bilêv kir ku li Mûsilê gelek bawerî û çand heye li Mûsilê hêjmara kurdan gelek e û wiha berdewam kir: "Tirkiye Mûsilê tenê wekî bajarê Turkmenan bibîne ne rast e. Gelê Mûsilê vê yekê erênî pêşwazî nake. Divê rêveberiya hemû mafê gelan diparêze li Mûsilê bê avakirin. Lê divê bê zanin ku erdnîgariya Mûsilê jî aydî kurdan e. Divê Mûsila nû wekî du perçe bê zanîn. Jêra Mûsilê herama ereban, hemberî wan herêma kurdan, Rojava herêma Sincar Ezidîyan e. Hêzên ku dixwazin mudaxale bikin dixwazin kurdan perçe bikin û înkar bikin.

Turk, herî dawî xwest hêzên kurdan jî di nava vê operasyonê de hebin û rêvberiya ku bibe vîna her kesî bê avakirin. Turk wiha dawî li gotinên xwe anîn: "Dema DAIŞ li herêma Şengalê asê bimînin dê biçin Raqa û li wir bi cih bibin. Ji ber vê yekê mafê herî xweza û rewa yê PYD û PKK'ê heye ku li vir bendekê ava bike û destûr nede DAIŞ biçe wê herêmê. Ji ber vê yekê divê êdî hêzên kurd bi aqilê hevpar tev bigerin. Divê ji bo rêveberiyek demkokratîk hêzê bidin hezên koalîsyon."

(mae)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN