DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Polîtîka

Samerayî: Heke Erdogan vî siyasetê bidomînê dê qedera wî wekî Sedam be

 
19 Cotmeh
10:33 2016

NAVENDA NÛÇEYAN (DÎHA)- Şewirmendê leşkerî yê Iraqê Wefîq Samerayî têkîldarî polîtîkayên Tirkiyeyê ya Iraqê diyar kir ku li Iraqê tu dostên Tirkiyeyê nemaye û wiha got: "Heke Erdogan bi vî awayî siyasetê bike wê qedera wî weke ya Sedam Huseyîn be."

Operasyona Mûsil bê tevlîbûna Tirkiyê despê kiriye. Dewleta tirk her ji destpêka operasyona rizgarkirina Mûsilê bi hemû hêza xwe hewl dide tevlî şerê Mûsilê bibe. Bi vê armancê jî leşkerên xwe yên anîne herêma Başîka, venakişîne.

Der barê van hewldanên Tirkiyê û destpêkirina operasyona Mûsilê Şêwirmendê Leşkerî yê Iraqê Wefîq Samerayî ji ajansa RojNewsê re axivî û nirxandina "Dewleta tirk ji bilî Barzanî û xiyanetkarên li Mûsilê yên weke Esil Nûcêfî, tu kes li nav xaka Iraqê ji bo Tirkiyê nabe dost, ji ber wê Tirkiye li Iraqê cara duyem di siyaseta xwe de şikestinek mezin jiya" kir.

Wefîq Samerayî wiha axivî: "Eger Erdogan bi vî awayi siyasetê bike wê çarenûsa wî weke ya Sedam Husên be. Tirkiye di xwaze tevlî opersyonê bibin, lê Iraq xwedî serwerî û hêzên taybet ya xwe heye, her wiha plana ji bo kontrolkirina Mûsilê baş hatiye amadekirin û baş pêşde ji diçe. Heta dawî ji em rê nadin ku dagirkerên tirk beşdarî kontrolkirina Mûsilê bibin.”

Girêdayi civîna li Bexda ji Wefîq Samerayî wiha got: “Bê encambûna serdana cîgirê Wezîrê Karên Derve ya Tirkiyeyê ya li gel Bexda desthilatdarên Enqere gelek bêzarkiriye.”

Samerayî herî dawî wiha got: “Nabe ku li gel wan kesên ku Mûsil firotine rûpelek ya aştiyê bê vekirin.”

(sa)



Sernavên din

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN