DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Cenazeyê pêşmerge Abîşka hate definkirin

19 Cotmeh
10:19 2016

MÊRDÎN (DÎHA) - Cenazeyê pêşmergeyê qoserî yê bi navê Servet Abîşka (Berxwedan) serê sibehê li Qoserê hat definkirin.

Cenazeyê pêşmergeyê bi navê Servet Abîşka (Berxwedan) ê ku ji navçeya Qoserê ya Mêrdînê ye û li Mûsilê di şerê li dijî çeteyên DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest da piştî otopsiyê ji aliyê malbat û xizmên wî ve anîn Qoserê. Canezeyê Abîşka piştî wecîbeyên olî serê sibehê li Goristana Ugur Kaymar a li taxa Atuturk a Qoserê hate definkirin.

Li aliyê din îro di saet 13.00'an de malbat û xizmên Abişka dê li ber Nexweşxaneya Îpel Yolu ya Taybet bên cem hev û biçin li ser gora Abîşka merasîmê pêk bînin.

(sa)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN