DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Cenazeyê Alkan ê YPS'î hat definkirin

 
19 Cotmeh
10:13 2016

AMED (DÎHA) - Endamê YPS’ê Xeyetulah Alkan ê di berxwedana xwerêveberiya Geverê de jiyana xwe ji dest dabû li Hênê hat definkirin.

Endamê Yekîneyên Parastina Sivîl (YPS) Xeyetulah Alkan (Rizgar Amed) ê di berxwedana xwerêveberiyê ya Geverê de jiyana xwe ji dest dabû bi awayekî qorsanî li Goristana Bêkesan a Erziromê hatibû definkirin. Piştî testa DNA’yê bi encam bû malbat çû Erziromê cenazeyê kurê xwe hilda û anîn navçeya Hênê ya Amedê. Cenazeyê Alkan ku ji karwanek wesayîtan pêk dihat birin gundê Enehîr ê Hênê. Cenazeyê Alkan di têketina gund de bi slogan û çepikan hat pêşwazîkirin. Di merasîma li gund de hat amadekirin rêveberên MEYA-DER, DBP, HDP û bi sedan welatî tevlî bûn.

Piştî wecîbeyên olî cenaze li goristana gund li gel berzkirina sloganên “Şehît namirin” û “Ey şehît xwîna te li erdê namîne” hat definkirin. Piştî definkirinê ji bo kesên di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane deqîqeyek rêz hat girtin.

Dê serdanên sersaxiyê yên Alkan li gund bên qebûlkirin.

(rd/bg)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN