DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

'Em dixwazin bihistiyariya ji bo aştiyê pêş bixin'

 
19 Cotmeh
09:21 2016

ÎZMÎR (DÎHA) - Erol Çay ê ku li standa kampanyaya îmzeyan a ku YPGS'ê ji bo aştiyê daye destpêkirin disekine diyar kir ku ew ligel hemû astengiyan jî dixwazin bihistyariya ji bo aştiyê pêş bixin.

Kampanyaya îmzeyan a ku Partiya Pêşeroja Çep û Keskan (YSGP) a li dijî şer daye destpêkirin didome. Li gelek deverên bajar bi standên ku hatine danîn îmze tên komkirin. Hevberdevkê YSGP'ê ya Îzmîrê Atîlla Kiliç diyar kir ku bi hinceta OHAL'ê ligel standên wan tê astengkirin jî bi hezaran îmze komkirine û di rewşekî ku çek bêdeng nebûye tu pirsgirêk nikare bê çareserkirin.

'Bi şer re çareserî nabe'

Kiliç got ku di esasê xwe de hemû kes aştiyê dixwazin ji ber vê yekî jî bihnceta OHAL'ê civak tê astengkirin. Kiliç da zanîn ku li Buca, Karşiyaka, Çîglî û Konakê stang vekirine, dem bi dem hin qeymeqam ji bo wan astengiyan derdixin. Kiliç got ku divê li dijî şer hemû kes dengê xwe bilind bike û bi şer re çareserî pêk nayê, di standan de vê ji gel re vedibêjin.

'Dem dema bilinkirina ala aştiyê ye'

Erol Çay ê li cadeya Kibris Şehîtlerî li standê îmze kom dike jî diyar kir ku welat tam di nava şer de ye û polîtîkayên xirab ê dewletê xirakirinekî tîne lê ligel ku cih û warên welatiyan hatiye xirakirin jî axa xwe neterikandine. Çay got uk fatureya şer ji gel re tê derxistin, ew dixwazin pêşerojekî aştiyane pêşkêşî zarokan bikin, bawer dikin ku niha dema bilindkirina ala aştiyê ye ji ber vê yekê jî bi standan ve bihistiyariya ji bo axtiyê xurtir dikin.

Çay diyar kir ku heta dawiya cotmehê li her derê Tirkiyeyê kampanyayê bidomînin, jibilî îmzeyan panelan li dar bixin, îmzeyên ko kom bikin jî dê pêşkêşî wezaret û platforman bikin.

(sa)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN