Kesekî tê gotin endamê DAIŞ'ê ye hat kuştin
ENQERE (DÎHA) - Li Enqereyê kesê bi navê Ahmet B. yê tê gotin endamê DAEŞ'ê ye û ji Amedê ye di operasyonê de hat kuştin. Walîtiyê daxuyanî da û diyar kir ku bombekarê zindî bû.
Li Enqereyê kesekî bi navê Ahmet B. ê tê gotin ji Amedê ye û endamê DAIŞ'ê ye di operasyonê de hat kuştin. Kesê bi nave Ahmet B. li taxa Eryaman a navçeya Etimesgutê ya Enreyeê saet di 03.00'an de di operasyona polîsan de hat kuştin. Li gorî agahiyan hat diyarkirin ku di lêgerîna malê de gelek malzemeyên teqînê hatin bi destxistin. Waliyê Enqereyê Ercan Topaca û Midûrê Polîsan Mahmut Karaaslan daxuyanî dan û diyar kirin ku kesê bi şikdar endamê DAIŞ'ê ye.
(mae)