DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Jina 55 salî kirin endama rêxistina ciwanan!

 
19 Cotmeh
09:16 2016

MELTEM OKTAY / DEVRAN TOPTAŞ

AMED (DÎHA) - Penbe Ekîn a 55 salî ya li mala xwe hat binçavkirin û 27 rojan di hucreyê de di bin çavan de ma û hat girtin, bi endamtiya rêxistinbûyîna YDG-H’ê û beşdarbûyîna çalakiyên wan hat tawanbarkirin.

Li Hênêya Amedê, Penbe Ekîn a 55 salî di 15’ê tebaxê de di serdegirtina malê de hat binçavkirin û piştî 27 rojên binçavkirin ên li hucreyê, bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hat girtin. Di dema serdegirtina malaê de mala EKîn hat serobin kirin û her wiha di dema lêgerînê de Ekîn û zarokên xwe rastîheqaret û sixêfên giran ên hêzên dewletê hatin. Ekîn a ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ve derbareyê wê de biryara binçavkirinê hat dayîn, bi helîkopterê wê anîn Amed. Hat zanîn ku Ekînê bi pehînan ji helîkopterê dadixin û dikeve erdê. Her wiha hat diyarkirin ku, ji ber destên wê bi kelepçeyên plastîk hatibûn girtin, hîn jî li zendên wê birîn hene.

Bi endamtiya YDG-H’ê hat tawnbarkirin!

Piştî Ekîn anîn Amedê wê dibin Şaxa TEM’ê. Liv ir EKîn di hucreyekê de 27 roja di bin çavan de dimîne. Di dema binçavkirina xwe de rastî gelek lêpirsînan tê. Polîsan di lêpirsînê de ji Ekîna ku li gel pasaporta wê tuneye û bi tu awayî zagonî an jî derzagonî derneketiye derveyî welat wiha gotiye: “Emd izanin tu çûyî Iraqê û te bi PKK’ê re hevdîtin pêk aniye.” Her wiha Ekîn a ku 15 salan di rêveberiya partiya siyasî de xebitî, lê ji ber nexweşîna xwe ev 3 sal e qet neçûye partiyê, polîsan di lêpirsînê de wiha jê r gotiye: “Tu mirovan bi rêxistin dikî. Xebatên partiyê dimeşînî.” Ekîn a ku 55 salî ye û enxweşînên wek şekir, hîpertansiyon, kolestrol û nexweşînên gurçikê lê peydabûne, bi îthamên absurt ên wek di nav avasaziya Tevgera Ciwanên Demokratîk (YDG-H) de cih girtiye, hatiye tawanbarkirin.

Li gel raporên xwe yî tenduristiyê jî îtiraza wê nehat qebûlkirin

Ekîn a ku derxistin dadgehê û bi tawanbariya “endamtiya rêxistinê” hat girtin, ev mehek e li Girtîgeha Tîpa E ya Amedê tê ragirtin. Ekîn a ku raporên wê yî tenduristiyê hene û ehma bêje her roj dertê revîrê, li gel hemû îtirazan û berpêşkirina raporên tenduristiyê jî nehat tahliyekirin.

'27 rojan li hucreyê ragirtin’

Hevjînê Ekîn, Fîkrî Ekîn ê ku her hefte diçe serdana hevjîna xwe behsa pêkanînên xwe dan der kir û got, jineke 55 salî, enxweş û nikare ji mala xwe derkeve çawa bi tawanbaraiyên wê derhuqûqî tê girtin. Ekîn dest nîşan kir ku, serdegirtina malê, xistina wê yî helîkopterê, şideta ku li helîkopterê rastî wê hatiye îşkenceya herî mezin e û wiha got: “Jina ku nikare ji mala xwe derkeve, bi endamtiya rêxistinê girtin. Bi salan li qada legalê dixebitî. Di salên dawî de ji ber nexweşînên xwe xweşikî nikaribû ji mala xwe jî derkeve. Gelek enxwşîn lê peyda bûbûn. Bi vîa wyaî bi heqaret û sixêfan ew girtin û 27 rojan di hucreyê de ma. Ez her hefte diçim hevdîtina wê û pê re diaxivim. Her êvar hevalên wê, wê derdixin revîrê. Sûcekî wê tune ye. Di qada legal de beriya çend salan rêvebertî dikir. Ev ne sûc e. Zilmê li jineke extiyar dikin. Heke li vî welatî edalet hebe, em dixwazin ew edlate cihê xwe bibîne. Em doza huqûqê dikin.”

(red)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN