Kapasîteya girtîgehan derket 2 qatan
WAN (DÎHA) - Li Wanê piştî OHAL’ê, bi operasyonên binçavkirin û girtinan re kapasîteya girtinan hema bêje bûye 2 qat.
Piştî hewldana derbeya 15’ê Tîrmehê bi OHAL’a hat îlankirin re, li Wanê operasyonên binçavkirin û girtinan hema bêje her roj xwe didin der. Têkildarî vê li girtîgehên Wanê kapasîteya girtîgehan jî hema bêje bûye du qat. Serokê Şaxa Komeleya Mafên Mirovan a Wanê Mûrat Melet diyar kir ku, bi OHAL’Ê re li girtîgehê binpêkirinên mafan zêde bûne û zext ûz oriyên li Girtîgeha Tîpa M a Wanê û Girtîgeha Tîpa F a Wanê kirin. Melet da zanîn ku, kapasîteya Girtîgeha Tîpa M a Wanê hezar û 100 e, lê piştî îlankirina OHAL’ê niha hezar û 700 girtî lê dimînin û her wiha dest nîşan kir ku, li bajêr hîn jî girtin û binçavkirin didomin.
Rewşa girtiyên enxweş her diçe nebaş dibe
Melet dest nîşan kir ku, ji ber kapasîteya girtîgeha hejmara heyî derbas kiriye ev bi awayekî neyînî bandorê li mafên jiyanî yên girtiyan jî dike. Melet balê kişand ser rewşa girtiyên nexweş û wiha got: “Şert û mercên jiyanî yên li girtîgehê lawaz in. Paralelî vê her diçe rewşa girtiyên enxweş jî xerabtir dibe.”
Girtî bi prisgirêkên derûnîr e rû bi rû ne
Melet da zanîn ku, rewşa li Girtîgeha Tîpa F a Wanê jî heman rewş e û da zanîn ku, li qawîşên 400 kesî 700 kes dimînin û wiha got: “Wek Girtîgeha Tîpa M’yê, li Tîpa F’yê jî heman şert û merc xwe didin der.” Melet diyar kir ku, li Girtîgeha Tîpa F’yê girtî prisgirêkên derûnî dijîn û got, tiştên xwe didin der ji aliyê mafên mirovan ve bi tu awayî nayên qebûl kirin. Melet got, divê hikûmet demildest dev ji sepandinên “ewleyiyî” berde.
(red)